Endamên Ciwanên Welatparêz û Demokratîk (DYG) li navçeya Dêrîkê rojnameya Posta û nivîskarê rojnameyê Candaş Tolga Işik ku bi nivîsên xwe heqaretê li kurdan dike şermezar kirin.
Li navçeya Dêrika Mêrdînê endamên DYG'ê ji bo nivîsên ku di rojnameya Postayê de li dijî kurdan tên nivîsandin li Parka Hûnerê ya Ahmet Kaya kom bûn. Li vir endamê DYG'ê Abdurrahman Tekîn daxuyand ku rojnameya Postayê ku nivîsên heqaret li kurdan dike xwefiroşe û wiha got: "Em dixwazin ku hemû gelê me li hemberî rojnameya Posta û Koma Dogan bihistiyar tevbigerin û li dijî van êrîşan nerazîbûnên xwe nîşan bidin." Tekîn, anî ziman ku li dijî kurdan polîtîkaya îmha înkarê tê meşandin û wiha berdewam kir: "Em wê wekî ciwanên Kurd li dijî înkar û asîmîlasyonê derkevin û xwedî li rojnameya Azadiya Welat ku li Tirkiyeyê tekane rojnameya bi kurdî weşanê dike û her tim rastî pêkûtiyan tê derkevin." Piştî daxuyaniyê ciwanan rojnameya Azadiya Welat li esnafan belav kirin û rojnameya Postayê şewitandin.
**
Nûçeya eleqedar:
- Li Agirî û Batmanê rojnameya Posta hat şermezarkirin
- Bi hezaran kesî Işik û Posta şermezar kir
- Der barê nivîskarê Postayê de lêpirsîn