Diyarname
Vê hefteyê şeş fîlm dikevin vîzyonê. Ji nav van "Walad Min Al Janna", "The Banshees Of Inisherin" û "Prestij Meselesi" derdikevin pêş. Ji fîlman yek jê anîmasyon e. Didu ji fîlman jî fîlmên tirk in.
Walad Min Al Janna
Fîlmê Tarik Saleh "Walad Min Al Janna" dikeve nava çîroka siyasî û olî ya Misrê. Bi ser çîroka xwendekarekî bi navê Adem re meseleyê vedibêje. Fîlmê ku li ser navê Swêdê bû berendamê Oscarê, li Festîvala Fîlman a Cannesê jî Xelata Senaryoya Serketî girtibû.
Di fîlm de Tawfeek Barhom, Fares Fares, Mohammad Bakri û Mehdi Dehbi dilîzin.
The Banshees Of Inisherin
Fîlmê "The Banshees Inisherin" qeraxa rojava ya Îrlandayê û çîroka du hevalên hev, çîroka Padraiv û Colm nîşan dide. Fîlmê derhêner Martin McDonagh ku li Festîvalên Toronto û Venice hat nîşandayîn, Colin Farrell, Brendan Gleeson, Kerry Condon û Barry Keoghan têde dilîzin.
Prestij Meselesi
Fîlmê din ku vê hefteyê derdikeve pêş fîlmê derhêner
Mahsun Kirmizigul e. Fîlmê ku Kirmizigul bi xwe nivîsiye û bi rê ve biriye, Mahsun Kirmizigul, Onur Gozeten, Ali Erkin, Eser Yenenler û Engin Hepileri têde dilîzin.
Sazkarê muzîkê Hilmi Topaloglu muzîkkarên nû yên ji Anadoluyê hatine kifş dike. Ji van 3 kesên ji salên 90'î heta niha mane hene ku ew jî Ozcan Deniz, Haluk Levent, Mahsun Kirmizigul in. Fîlm çîroka van pêşkêş dike.
Va ne hemû fîlmên hefteyê:
- Knock at the Cabin / Derhêner M. Night Shyamalan
- The Banshees Of Inisherin / Derhêner Martin McDonagh
- Walad Min Al Janna / Derhêner Tarik Saleh
- Mummies / Derhêner Juan Jesus Garcia Galocha / Anîmasyon
- Prestij Meselesi / Mahsun Kirmizigul
- Musallat / Derhêner Ozgur Bakar