Şirnex
Baroya Şirnexê der barê nivîskarê Postayê Candaş Tolga ku heqaret li kurdan kir xwest lêpirsîn bê vekirin.
Nivîskarê rojnameya Postayê Candaş Tolga Işik duh di quncikê xwe yê di rojnameyê de nivîs nivîsandibû, gotibû ku li Başûrêrojhilatê Tirkiyeyê herî zêde peyk hene, digel Roj TV di wan de li fîlmên seksî seyr dikin. Her wiha Işik gotibû li wir herî zêde têkiliyên ensest hene, tecavuz hene...
Serokê Baroya Şirnexê Nuşîrvan Elçî îro daxuyaniyeke der barê Işik û Koma Medyayê ya Dogan de serî li dozger da û xwest lêpirsîneke bê dest pê kirin. Her wiha Elçi xwest gel rojnameyên Koma Dogan nekirin.
Elçi wisa got: "Di warê namûsê de kurd ew civak e ku encax herî dawî dikare ew bêne sûcdarkirin. Kurd ji bo namûsa xwe di nav dilopek avê de dixeniqin û didin xeniqandin. Namûs mijara herî xesas a kurdan e ku qet tawîzê nadin. Lê mixabin kurd niha bi sûcdariyeke bêbingeh û şovenîst re rû bi rû ne."
Serokê Baroya Şirnexê Elçi got ku Candaş Tolga Işik tiştên dijîn, yan jî tiştên li dora xwe ji xwe re wekî mînak digire û davêje ser kurdan.
GGC'ê jî ew şermezar kir
Her wiha GGC'ê (Cemiyeta Rojnamegerên Başûrêrojhilat) jî li ser nivîsa Işik daxuyaniyeke weşand û ew şermezar kir.


