Amed
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş derbarê mijara kurdên li Sûriyeyê de axivî û got: "Biryarên derbarê Kurdistana Sûriyeyê yên ku were girtin ev e: Di serî de Tirkiye, her kes divê rêz lê bigire. Li wir dagirkeriyekî tune ye. Gel bi rêvebiriya cewherî vîna xwe ava dike. Mudaxeleyekî li hemberî vê dê bibe dagirkerî. Li hemberî destketiyên wir êrîşekî çêbbe dê tu kurd li hemberî vê bê deng namîne."
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş derbarê serhildana gel ya li Sûriye û rewşa rojavayê Kurdistanê nirxand. Demîrtaş got ku tiştên li Sûriyeyê diqewimin pir girîng in û wiha got: " Bi rastî tiştê ku li Sûriyeyê diqewimin, raste rast têkildarî siyasetên navxweyî yên li hemû welatên li herêmê ne. Bi taybetî jî kurdên li Sûriyeyê dijîn eleqedar dike. Tiştên ku li Kurdistana Sûriyeyê tê jiyîn, tiştên li bendê bûn. Gelê kurd li Sûriyeyê ev demek dirêj e ji bo yekîtiya xwe ava bike dixebite. Vê xebatê encam da û yekîtî hate avakirin. Niha pêvajoyekî krîtîk heye. Dewletên li herêmê û hêzên navneteweyî derbarê vê yekê de hê tiştekî nekirine. Tirkiye di rojên ewil de ji nedîtî ve hat, lê niha hêdî hêdî ev rewş dikeve rojeva Tirkiyeyê."
'DÊ KURD BÊ DENG NEMÎNIN'
Demîrtaş got ku "Dê di vê asta krîtîk de kurdên li Sûriyeyê derbarî pêşeroja xwe de biryarên xwe bi xwe bidin" û wiha dom kir: "Divê li hemberî biryarên li ser Kurdistana Sûriyeyê bê girtin di serî de Tirkiye, her kes rêzê nîşanî bide. Ji bo destketiyên wir mayînde bibin û werin parastin divê hemû kurdistanî li her çar parçeyan bi hestiyar bin. Hewceye xwedî li wan destketiyan were derketin. Ez hêvî dikim ku kurdên li Sûriyeyê dê xwe ji pêvçûnên heyî dûr bigirin. Lê divê bê zanîn ku li hemberî êrîşên li hemberî destketiyan dê tu kurd bê deng nemîne.
Ez bawer dikim ku kurdên li Tirkiyeyê jî li hemberî geşedanên li wir pêk tên kelecanekî dijîn, kêfxweş dibin. Niha li Kurdistana Sûriyeyê gel bi awayekî pratîk rêvebiriyan dewr digirin û rêvebiriyekî gel derdikeve holê. Kurdên Tirkiyeyê ji vê yekê kêfxweş in. Lê rewşa bi tevahî ya Sûriyeyê ne baş e. Hem li Şamê hem jî li Helebê pêvçûnên mezin diqewimin. Ji bo ev pêvçûn negihîjin Kurdistanê ez bawerim hewceye polîtîkayekî pir bi baldar were meşandin."
'DANÎNA TÊKILIYÊN BAŞ ÊN BI KURDÊN TIRKIYEYÊ JÎ DÊ SÛDÊ BIDE TIRKIYEYÊ'
Demîrtaş diyar kir ku ew bûyeran dişopînin û wiha axivî: "Ez hêvî dikim ku pirsgirêkên li Sûriyeyê tên jiyî di demekî kin de werin çareserkirin. Gelê kurd jî bêyî ku yekîtiya xwe xira bike, bi hemû gelên wir bikeve nava têkiliyên baş û destketiyên xwe bi vê yekê divê mayînde bike. Hêviya me ev e. Ev geşedanên li Sûriyeyê polîtîkayên dewletên li herêmê jî têkildar dike. Li şûna ku refleksekî bi bertek nîşan bidin, niha dê bûyeran bişopînin.
Li gorî geşedanan dê hemû welat helwestên xwe diyar bike. Lê niha Kurdistanekî Xweser ya li wir, Kurdistanekî ku mafê rêvebiriya xwe bi xwe bi dest xistiye ji aliyê polîtîkaya derveyî Tirkiyeyê piştgirî nayê dayîn. Em vê ji daxuyaniyên di demên borî ve dizanin. Ji xwe fikar û tirsa herî mezin ya Tirkiyeyê ew bû ku kurdên li Sûriyeyê bigihîjin maf û azadiyên xwe. Ez bawerim ku Tirkiye ev fikarên xwe veguherîne polîtîkayê. Lê em wekî BDP'ê di hemû hevdîtinên bi hikumetê re de şîreta me ev bû; danîna têkiliyên baş bi kurdên Tirkiyeyê jî dê fêde bide Tirkiyeyê."
'KURD DAGIR NAKIN, MAFÊN XWE DISTÎNIN'
Demîrtaş destnîşan kir ku, "Li hember derketin an jî astengkirina Tirkiyeyê li hemberî destketiyên kurdên Sûriyeyê ne helwestekî rast e" û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji ber vê yekê em hemû dewletan ji serî heta niha dişopînin. Ji ber ku helwestekî neyînî dikare hemû hevsengiya herêmê xira bike û bi awayên cuda biguherîne. Ez bawerim Amerîka jî, Îsraîl jî, Îngilistan jî, Rusya jî heta Çîn jî, Îran jî dê geşedanan baş bişopînin û li gorî wê polîtikayekî diyar bikin. Divê mirov nefikire ku dê hemû welatên li cîhanê li hemberî vê derkeve. Di encamê de kurd dest da naynin ser mafên kesekî. Mafên xwe û axên ku bi sedan salan in li ser dijî digire bin destê xwe; divê mirov wisa bifikire. Li wir dagirkerî tune ye. Gel bi rêvebiriya xwe ya cewherî vîna xwe ava dike. Mudaxeleyekî li hemberî vê, mudaxeleyekî ji aliyê Şamê dê ne rewa be. Mudaxeleyekî ji derve dê bibe dagirkerî. Ji ber ku li wir gel cihekî din dagir nake, li ser axa xwe mafê jiyana xwe, mafê rêvebirkirina xwe bi xwe ava dike. Divê her kes rêz li hemberî vê nîşan bide."
**
Nûçeyên eleqedar:
- Kurd di nava şerê rejîma Sûriye û muxalîfan de man
- Li Dêrikê jî rêveberî kete destê kurdan
- Kurdan rêveberiya Efrînê jî bi dest xist
- Kurdan rêveberiya Kobaniyê bi dest xistin
- Hevpeyvînek li ser rewşa kurdên Sûrî