logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  2. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
  3. Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn
  4. Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)
  5. Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya
news-details

Pênûs

Tê gotin, dîroka pênûsê ji ya nivîsê kevntir e. Berî ku sûmerî li ser lewheyan bi bizmarî nivîsê binivisînin jî, ji berî

  • Dîrok: 03/10/2013
  • Beş: Serbest

Welat Dilken

Tê gotin, dîroka pênûsê ji ya nivîsê kevntir e. Berî ku sûmerî li ser lewheyan bi bizmarî nivîsê binivisînin jî, ji berî zemanan mirovan wekî pênûs tiliya xwe ya şanîdanê bi kar anîne, li ser axê, li ser lîmê-xîzê şekl û îşaret xêz kirine. Piştre sûmeriyan bi bizmar an bi pîjikan li ser lewheyan nivîs û şekl xêz kirine. Piştî bizmarî mirovahiyê ji bo nivîsê qamiş, qoçên fîlan, perikên çivîkan, pênûsên bi hibrî, pênûsên qurşûnî û hwd. û daktîlo û roj roja îroyîn li pêşiya kompîtur bikaranîna klavyeyê.

Dîroka hibrê ji BZ 2700 sal e. Wisa diyar e, dîroka pênûsê bi hezaran salan ji ya hibrê bi wêdetir e, û ji ya nivîsa ku îro tê zanîn jî... Mirovahiyê piştî jihevderxistina dengan; ziman, piştî zimên jî çîrok-vegotina serboriyê û piştî wê jî nivîs peyda kiriye. Lê belê, ji bo nivîsê divê amûrek hebe-hebûya, ku ew jî pênûs e. 

Û pênûsa kurd û bi kurdî...

Her çi qasî ku welatê kurdan welatê şaristaniyên berî deh hezar salan be jî, ku bi ser dîroka împaratoriya kurdan (Medan) re 2650 sal derbas bûbe jî, di arşîva dîrokzanên kurd de qeyda metneke nivîskî ya dîplomatîk û siyasî, ku digihîje wê dîrokê nîn e. Kurdan di vî warî de çi nivîsîne, çi qeyd kirine ez nizanim, lê belê, li gorî dokumenterên heyî em dizanin ku metnên kurdan ên dîrokî-nivîskî-wêjeyî yên heyî  ji sedsala 8’an û vir ve di qada wêjeyê de gihîştine roja me ya îroyîn. Li gorî daneyên Antolojiya Helbestvanên Kurd a Selîm Temo serdema helbesta kurdî diçe heta sedsala 8’an û di vî warî de navê yekem ku dertê pêş me Belûlî Dana, li gorî metnên ereban Belûlî Zana ye.  

Yên xew lê herimî... (uykusu bölünenler)* 

Ji sedsala 8’an û vir ve, belkî ji wî mêjûyî jî kevntir; qamiş, belkî jî perikê çivîkê-tawûsê ku di navbera du sê tiliyên nazik û nazdarî de cî ji xwe re girt, êdî li ser vê xakê serdema-şevên ên xew lê herimî, diherimî jî dest pê kir.  

Ji qamişê devê newalan, ji perikê tawûsa qewmê qedîm êzdiyan çi peyv bi bask nebû û nefirî balindeyan? Çi ristê xwe bi dev û ziman nekir, li dîwanekê, li şikeftekê, li ser delavekê, li ber arê argund li gundekî, li malekê, her êvar ta bi ta bi cizba şevê ve nekir; wekî çarîn wekî rûbaî, wekî xezel, wekî helbest ş’îr ş’îr nebû bend ji dilekî/ê li ber kelînê re!? 

Ji ew dest û tiliyên ku xwe ji perikê rengîn ê tawûsê dişidandin, ji hibra ku ji pozê wê didilopî ser erdê kaxizê yê spî û mîna kefa destî dûz û rast, kîja’yê xew lê herimî bi bêhna hibrê serxweş nebû, bi jehra rengê hibrê yê lercîwerdî û reşikê mûjî neket? 

Ji çi ye hibra wan; ji rojê hîvê, ji axê avê, ji bayî, bi dilî-hez, jidil bi evîn, ji xwîn’a sor sorîn...? hibre ya wan jî, ew jî pênûs in, ji dolê bizmarî, qamiş û perikê tawûsê nin; bi xiyalê aza’yî û serbestî d’ nava cîhanê de...!

Bînin bîra xwe!...

Şeva tarî reşê tarî, li ber şewla findê, ji ew dilopên hibrê yên ku ji pozê perikê tawûsê diçilkiyan, bi pênasa îroyîn, ji wê pênûsê çi derneçû ji dilê ew ên ku xew li xwe diherimandin û bi navên xwe bûn bîra me? Ew ên ku bêxew heta destê sibehê pênûs ji xwe re kirin yar, ku yar ji wan vegerî wekî mar û li ser zimanê wan ê tî bû hibrejehr; jê û ji Uryan û Herîrî, Batê, Mela û Feqî... Ma Mem û Zîn ne encama xewa ji perik-pênûsê herimî ye?. Û her wisa, ji Nalî, ji Koyî ta Hawarê... piştî wê Arjen û Şêrko li binê siya şevekê li dora agirekî Medî, li ber şewla mûmekê, ma ew jî ne bi xwedî heman daxwazê bûn, ku bi zarê qedîm ji vir ta li wir, li esmanê ku bê tapî milkê hemî mirovahiyê ye, b’şevan stêrkeke kurdîne jî biçirûse!... û piştî nifşê Rewşenê vê henasê nevîçirkên wan, nifşê min; Osman Mihemed, Şengul Ogur, Rojeng Rojbîr, Elîxan Loran, Berçema Mişretanî, Rêdûr Dîjle, Fêrzan Şêr, Ehmed Ronîar û gelekên din... 

Wê bê, şeva ew ên xew lê herimî jî wê belav be li seransarê esmên, ku hat ew şev wê stêrka wan û me  pênûsan jî biçirûse wekî grestêrkekê...

Berêya berê tilî, piştre pîjik û bizmar, ji qamîş ta perikê tawûsê, duhî pênûs heta daktîlo û îro, klavye û hêj jî pênûs, çi xêz kirin, çi nivîsin, çi dinivîsînin û wê çi binivîsînin?...

Ji lew, bi tatêl, bi kelecan ez bala xwe didim xêzerêya pênûsa kurdî, duhî çi nivîsî îro çi dinivîse û wê sibehî çi binivîse!?. 

Xew li min herimî ye, xew li min herimandine! 

Heyra! destûr bidinê bila pênûsa kurdîne xewê li we jî biherimîne!.  

Dilopên hibrê yên ku ji wê pênûsê çilkiyane ser erdê pelikê, ku xwedî tilî serxweş kiribin, bi jehrê xistibin jî, ji bo me, ji bo xwîner a girîng şop e. Li şopa wê-wan pênûsan çi xêz û xet man û ew şop berê me bi ku ve rast dike-dikin; 

“Bo biservebûna vê pirsê û bo xatirê pênûsê, bi ser poşa wê de hûn jî carekê xwe xar bikin”

Ma ne wisa ye? (Yên ku bîra xwe bi pênûsê dikolin digihêjin avê...!)

*Navê pirtûkeka Şener Ozmenî

 

 

welatdilken@hotmail.com  

 ***


Nivîsên Welat Dilken a ku berê di Diyarnameyê de hatine weşandin:

- Hêza wêjeyê û nasname
- Sedemên nivîsînê kelecanên nivîskêr 

- Bajarê bê mekan wêjevanê bê bajar
- Carinan helbest jî têre nake

- Efsûniya peyvê

- Bersiva pirsekê: Tenêtiya helbestî 

 

    

      

    


Parve Bike

Youtube Me

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Hevseroka PYD'ê Ebdullah û Serokomarê Fransayê Hollande hatin ba hev

ad

Îro:Agahiyên li ser Îmamoglu û şaredariyên din

ad

Şaredarê Amedê Osman Baydemîr çû serdana Hêro Xan

ad

Tara Caf li Stenbolê konserek din dide

ad

Hakan Peker: Minê hê tiştên dijwar bigota, min nexwest pevçûn derê

ad

DTSO'yê hem bang kir, hem Pêşbaziya Çîrokên Kurdî da dest pê kirin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026
news

PFDK'ê ceza li Amedsporê birî

  • 23 10 2026
news

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

  • 23 10 2026
news

Heta 2035'an hejmara rojnamegeran dê nîvî nîvî kêm bibe (Lêkolîn)

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname