Diyarname
Dadgeha Cezayê Giran a Wanê 2 sal cezayê hepsê li Şaredarê Wanê Bekir Kaya birî.
Şaredarê Wanê Bekîr Kaya de, ji bo binçavkirinên di 25’ê berfanbara 2009’an de protesto bike li ber şaredariyê axivîbû û gotibû “Heger hevalên me yên ku hatine binçavkirin KCK’yî bin ez jî KCK’î me” û li serv ê yekê li 3’yemÎn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê doz hatibÛ vekirin. Doz îro bi encam bû.
Kaya beşdarî danişînê nebû lê parêzerê wî Taner Polat li danişînê amade bû. Der barê Kaya de bi hinceta “propagandaya rêxistinê” kiriye salek ceza lê hate birîn.
Heman dadgehê der barê Kaya de, ji ber axavtina wî ya di Newroza 2010’an de jî bi hinceta “Propagandaya Rêxistinê” kiriye doz vekiribû û di wê dozê de jî salek cezayê girtîgehê da Kaya.
Prz. Taner Polat destnÎşan kir ku ew ê li dijî van biryaran derkevin û got ku axaftinên muwekîlê wî di çarçoveya azadiya derbirînê de ye û divê wisa lê bê nêrîn.


