Zeynelabidin Zinar
Li Amedê roja 20 heta 23’yê meha Çileya/ê Paşê 2011, civînek ji aliyê hin rewşenbîrên kurd ve li ser 269 Termên Şaredariyê hatiye sazkirin ku ew term û peyv di jiyana rojane de têne bikaranîn. Her wiha di encama civînê de bang hatiye kirin ku saziyeke Zimanê Kurdî jî bê avakirin ku bikaribe nûnertiya hemû beşên Kurdistanê jî bike.
Ew civîna ku çêbûye, bi kêmasî û lengiya xwe ve jî, li ba min civîneke serkeftî ye. Berî her tiştî ez wê civînê û beşdarên wê pîroz dikim û serkeftin ji wan re dixwazim ku wan wekî leheng bizav kirine û civîneke wisa li Amedê çêkirine.
Çendî ku biraderek bi navê Cîhan Roj* hin rexne li civînê kirine û di hin dîtinên wî de para rastiyê heye jî, lê belê nerastiya hin gotinên wî jî li ber çavan e. Wekî mînak gotiye: “Pişkinîn- teftiş bihata bikaranîn çêtir bû.”
Di zimanê kurdî de, hem jî di kurdiya kevnare de, wateya vê peyva tefrêşa erebî, sehkirin e.
Dîsa birader Çihan Roj gotiye: “Çi berhemên edebî hene bi piranî “mitbax” hatiye bikaranîn. Îca çi hewceyê ‘pêjgeh’ê bû.”
Bêguman di kurdiya kevnare de, navê mitbaxê, şîlan e. Lê belê kurdan wekî di gelek peyvan de, dev ji peyvên xwe yên kevnare berdane û dev bi yên erebî kirine. Wekî mitbax, metbex û mitfax.
Mesela navê “petêx”ê ku bi kurdî gindor e, ji erebî wek betîx ketiye nava kurdî, lê kurdan tîpa “b” kiriye “p” û wekî petêx bi kar aniye. Ev navê gindorê (petêx), di gelek berhemên kevnare de jî heta îro xwe parastiye. Yek di Çîroka Memê Alan de heye û di gotineke Pêşiyan de tê gotin “… ketiye nava gindor û zebeşan.” Niha li başûrê Kurdistanê her kes dibêje ginddor.
Mesela zimên, karekî wisan zehmet e ku mirov sed sal li serê xebat bike jî, mirov nikare bêje ku ez bûme zimanzan. Îcar meselokek heye, dibêjin: “Kî ne li şer be, şêr e.” Tenê ew kesên ku dikevin civînên zimanê kurdî, dizanin ku çiqas êş û eziyet dikişînin. Lê ji bo hin kesên bêwêne re, ew civîn devera kêf û seyranê ne!
Kêmasiya mezin a civînê ev e ku beşdarên wê, bêhazirî beşdar bûne û hinek jî lezgîn çûne. Her wiha piraniya termên hatine amadekirin jî, her wekî ew wergera ji tirkî bin, bi kurdî hatine nivîsandin.
Zimanê kurdî pir dewlemend e, ji 1963’an ve ye ku ez di navê de me, ev 27 sal in ku ez bi awayekî aktîf li ser folklor, klasî û zimanê kurdî lêkolîn û lêgerîên dikim û heta niha 89 berhemên hatine jî hatine weşandin. Her rojeke ku derbas dibe jî, ez pêrgê peyv û termên kevnare dibim ku heta wê demê jî min ew nebihîstibûn.
Divê em zimanê xwe, kêm nebînin û rûmeteke zêde jî bidinê. Lê mixabin nivşên salên 1980 û bi vir ve, ji ber ku ew berê heşifandina herî xurt in, ji wan weye ku zimanê kurdî, tenê zimanê kuçe û kolanê ye. Divê rewşenbîrên me lêkolîn û lêgerînên mezin bikin, sehkirin (teftêş/kontrol) di nava zimanê tirkî, erebî û farisî de bikin, peyvên kurdî yên ku hatine desteserkirin (dizîn), bibînin û derxînin holê.
Jixwe hin peyv hene ku di qada Navnetewî de jî navê xwe bi xwe re belav kirine. Wekî televîzyon, studyo û hwd. Hewce nîn e ku em rabin navê tiştên wisa bi kurdîyeke peljen û nûderketî binivîsin.
Di encama civîna li Amedê de, bang hatiye kirin ku saziyeke Zimanê Kurdî jî bê avakirin ku bikaribe nûnertiya hemû beşên Kurdistanê bike. Banga ji bo avakirina saziyeke zimên tiştekî rast e û ez bi her awayî pê re me, ji ber ku avakirina saziyeke wisa, wê karê rewşenbîrên pêşerojê hêsantir bike. Lê belê ez ne pê re me ku ew zasî nûnertiya hemû beşên Kurdistanê bike. Lewra di şert û mercên îro de, tu sazî nikare nûnertiya herêmekê bike ku ne di bin konrtola wê de be.
Silav û rêz…
Pencinar.@gmail.com
www.pencinar.se
***
Nûçe û nivîsên eleqedar:
- Cihan Roj: Destên zimên li pêsîra me ye
- Vane 263 termên îdarî yên hatine standardkirin
- 'Bila Saziya Zimanê Kurdî bê damezirandin'
- Nîqaşek li ser peyvên îdarî


