Diyarname
Wezîrên nû yên Hikumeta Iraqê îro diyar bûn. Ji bo Wezareta Karên Derve yê Iraqê Fûda Huseyîn ê PDK'yî û ji bo kursiya Wezareta Edaletê jî ji YNK'ê Salar Ebdulstar hat hilbijartin.
7'ê gulanê 22 kes ji bo wezaretê hatibûn diyarkirin lê 15 kesan ji meclisê dengên erê girtibûn û 7 kesên din negirtibûn.
Îro ev kes wezîriya wan hat qebûlkirin:
- Wezîrê Karên Derve: Fûad Huseyîn
- Wezîrê Edaletê: Salar Ebdulstar (Kurd)
- Wezîrê Petrolê: Îhsan Şammarî
- Wezîrê Çandinî: Muhammed Kerim Casim
- Wezîrê Bazirganî: Ala Ahmet Hasan
- Wezîrê Koç û Koçberiyê: İvan Teyfîk Yakup (Xiristiyan)
- Wezîrê Rewşenbîrî û Geştûguzarê: Hasan Nazim
Goran dij derket
Li aliyê din Fransiyona Goran ya li parlamentoya Iraqê li ser hilbijartina îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: "Divê tevlîbûna nava Hikumeta Iraqê ne li gorî hizbî û kesî be, divê li gorî mijara niştîmanî be. Divê di gava yekem de, mafê xelkê Kurdistanê hebe, bi taybet jî pirsgirêka herêmên bi nakok, mijara belavkirina dahata navbera Iraq û Herêma Kurdistanê hebe."
Fûad Huseyîn ên PDK'yî bû Wezîrê Karên Derve yê Iraqê.