Ergatîvîte, pirzimarî û problemên kirdeyan
Yaþar Eroglu
Ji aliyê taybetmendiyan ve xweserinên zimanê kurdî hene, li gorî hinek zimanên ji malbatên din. Yek ji van jî ergatîvîte ye. Zimanê kurdî nîv ergatîv (ergative-absolutive) e. Zaravayê kurmancî jî ji aliyê vê taybetiyê hêmayên xurt dihewîne. Ger zimanê kurdî teqez ergatîv bûya, problemên di vê qadê de derdikevin pêþ me wê kêmtir bûna. Ango gelek problemên derdikevin pêþ, ji vê yekê diqewimin.
Hin kes dibêjin, ergatîvîte taybetiya zimanê gundîtiye ye û her ku gundîtî dibiþkive, bajarvanî pêþ dikeve, ergatîvîte radibe. Ez bi xwe vê yekê dipayim. Di serî de Amed bajarên Kurdistana Bakur ber bi vê yekê meylek heye. Lê ev yek xirabûna ziman e, yan rabûna ergatîvîteyê ye, hewce ye nîqaþên kûr lê bibin. Lê rastiyek heye, her ku gund ber bi bajaran mêyl didin, di bikaranîna hevoksaziya lêkerên gergûhêz de tevliheviyek pêk tê. Baweriya min ev e ku ev ne tiþtekî bi xêre re ye. Ziman qulopanî dibe, aloziya ji hev fêmkirinê derdikeve rastê.
Min nivîseke xwe ya dema derbasbûyî de du cure hevoksaziyên kurmancî derpêþ kiribûn. Ez ê vê nivîsara xwe de jî mijarên di bin vî sernavê li jor de bînim ziman.
Beriya bikevim mijarê, dixwazim çend þaþiyên ku di bikaranîna ergatîvîteyê de derketine pêþ min bi we re parve bikim. Carinan mînakên pir beloq derkiven pêþ min. Yek ji van jî ev hevok e:
Min jî qet neaxift
Axaftin lêkereke negerguhêz e. Ji ber vê jî di kîjan demê de be bila bibe kirde natewe. Rastî çi ye? Rastiya vê hevokê ev e:
Ez jî qet neaxivîm
Mînakên din jî gelek hene, ez ê çend heban derpêþ bikim, derbas bim. Ez wî dîtim, Ez ji te re anîm. Rastiya van her du hevokan jî wiha ne: Min ew dît, Min ji te re anî. Em li ser van ên dawiyê bifikirin. Mebesta hevoka pêþî ev e; ew ji aliyê min ve hatiye dîtin lê belê bi awayekî xirabûyî dibêje wî ez dîtime. Wateya hevoka ji mebesta gotinê pir bi dûr ketiye, wateyeke din pêk hatiye. Mebesta ya duyemîn jî ev e; min ji kesekî re (tiþtek) anî. Lê hevok wê nabêje, dibêje kesekî ez ji te re anîme. Dîsa wate û mebest ji hev dûr ketine.
Min nanan xwar. Dîsa þaþitiyeke beloq heye. Mantiqê hevoksaziya lêkera negerguhêz lê hatiye anîn. Rastî ev e: Min nan xwarin. Ji ber ku kifþ e nan ji yekî zêdetir in lê pirjimarî bi birêserê ve hatiye diyarkirin, divê li ser lêkerê bihata çêkirin.
Ev ji çanda bajariyê diqewime. Çanda me ya bajarî ne çanda kurdî ye. Meriv ji gund têne bajêr kurdiya resen û hevoksaziya wê ji bîr dikin. Kurdiyeke bi zimanê tirkî re rûbirûmayî re rastî hev tên. Ango ziman hem di bin nîrê tirkî de dirûv digire, kurdiya jibîrketî ya ne gundewar dibe sedemê alozî û tevliheviyê. Ev yek bi gotina, ergatîvîte taybetiya zimanê gundîtiye ye û her ku gundîtî dibiþkive, bajarvanî pêþ dikeve, ergatîvîte radibe, re li hev nake. Ji ber ku zimanê kurdî li bajaran serwer nîn e, ango ev yek bi cewherê dînamîka navxweyî yê zimanê kurdî ve naqewime û ji tebietê zimanê kurdî dûr dikeve.
Pirjimarî û kirde
Tê zanîn ergatîvîte, di kurmanciyê de bi lêkerên gerguhêz ve diqewime. Lêker yekser bi kirdeyê ve danûstandinê pêk nayne, yekser bi birêserê ve girêdayî ye. Ango birêser lêkerê çêdike. Min ew dît (yek), min ew dîtin (pir). Baþ tê dîtin ku tesîra kirdeyê (min) di hevokê de çênabe, lê belê tesîra birêserê (ew -di vir de birêser ew e-) li gorî yekbûn û pirbûnê lêkerê diguhirîne.
Dema hevok dirêj dibe, car heye axaftin di bin kontrola bikarhêner de derdikeve, dibe ku birêser û lêker li hev nekin. Pirî caran birêser yekjimar be jî lêker li gorî kirdeyê tê kiþandin an jî berevajî vê. Ev jî dibe sedem ku qaîdeyê gerguhêzî û ergatîviyê ji holê rabin. Mînak:
Wan kesek nedît, dema rê hate girtin, yekî rikêf kir siwarî ji hespê anîn xwarê, perîþan kirin. Di vir de, li gorî hevoksazî û qaîdeyê ergatîf, du lêker þaþ hatine bikaranîn. Yê êrîþê dike siwariyekî tîne xwarê, perîþan dike. Em ji ku zanin siwarî yek e? Ji ber ku kesek nikare pir siwariyan bîne xwarê; kifþ e ku siwarî yeke. Lê lêker li gorî kirdeyê hatiye kiþandin û weke anîn xwarê, perîþan kirin pirjimar hatiye bikaranîn. Bi rastî jî ku hevok dirêj dibin kontrol û însiyatîf ji destê axivêr derdikeve. Ji ber ku di roja îro de êdî ev mijar pir kompleks bûye, timî tevlihevî û sergêjiyekê derdixe pêþ.
Ev mijar di qada zimên de jî pir hatiye nîqaþkirin û tê nîqaþkirin. Gelek zimankêr (bi zanetî zimanzan- zimannas nabêjim. Baweriya min ew e ku di bakurê welêt de hê zimanzanên kurd di roja îro de çênebûne. Zimanzanî nasîna lînguîstikê ye, ew zanist e. Yên ku hin mijarên zimên an jî rêzimanê re serê xwe diêþînin, dibêjin em zimanzan in, fîlolog in. Qada ziman jî wan wisa dide nasîn. Rastî ne wisa ye. Ne ew qas hêsan e.) li ser vê mijarê ketine, dikevin nav nîqaþan. Kes hene ku awayê çewt û xirabûyî rast dibînin. Vê çewtiyê jî dispêrin xeletî meþrûtiya awayê çewt ku dibêjin li gundan û civak jî bi kar tîne. Dibe ku rast tê gotin û di civakê de tê bikaranîn. Lê em ji bîr nekin þaþî nabe rastî. Çawa ku iprax sarmesî(yê), çiqas biþibînî kurdî jî nabe kurdî ew jî nabe rast.
Ev problema, di qada axaftinê de zelal nayê ferqkirin. Balê bikiþîne jî zêde nabe problem. Axaftin pêk tê û diçe. Lê di qada nivîsandinê de ne ew qas rihet e. Qada nivîsê berhemên mayînde hildiberîne. Berhem çi dibe bila bibe, ji bo ku mayînde ye û wê bikeve destê nivþên nû, dibe mînak. Wek mînak; kovara Hawar, Jîn û berhemên wê demê hatine weþandin. Belkî kêmasyên wan hebin lê nikare bê înkarkirin ku pîvanek dane nivîsa îro pêk tê. Ku xema rêvebirî û edîtoriyê xizmeta bo pîvanlêdanê be, hingê divê bala xwe bide rastnivîs û rêzimanê, bela ku þaþiyan meke.
Min bo demekê ji Azadiya Welat re edîtoriya rûpelê rojnameyê kir. Me teqez her roj rojnameya derketî serê sibê ji her alî ve dinirxand. Yek ji problemên sereke ev mijara min dest avêtiyê bû. Her çend ku me her roj þaþî rast dikirin jî rojeke dinê heman mijar dîsa dihate ber me. Bi rastî jî ev mijareke tev li hev e, bo safîkirina wê xebatên dûvedirêj û perwerde divê. Haya gelek nivîskar û bikarhênerên zimanê nivîskî ji vê yekê nîn e. Em mînakekê jî bidin û li riya dewam bikin. Mêrikan (wan) di bin qîrçe qîrça germê de, bi bêr û kulingan erd vedan. Dîsa hevok dirêj bûye, însiyatîf ketiye destê kirdeyê. Tiþtê hatiye vedan erd e, erd yek e. Divê lêker li gorî yekjimariyê bihata kiþandin, bibûya wan.... erd veda. Binêrin, ku hevok kurt dibe tu sergêjiyek namîne.
Di nivîsa rojnemeyê de pir deman ev yek jî derdikete pêþ me. Gava kirde nehata bikaranîn pirjimarî û yekjimarî tam dibû alozî. Carinan ji bo sernavê nûçeyê cih teng dibû, kirde nedihate bikaranîn. Sibetirê pirjimarî û yekjimariya sernêv dibû mijara nîqaþan. Ez bi mînakekî mebesta xwe rave bikim. Li Parisê bombe teqandin. Li gorî nûçeyê yek bombe hatiye teqandin, lê li gorî sernav û pîvana em li ser disekinin bombe ji yekî zêdetir in. Ev sernav dihate nîqaþkirin û kes jî ji navê dernediket. Ger meriv hevokê tam bide wê wiha bibe: Wan (êrîþkaran) li Parîsê bombe teqand. Mixabin cih tune bû weke li jor hate bikaranîn. Piþtî van nîqaþan min serê xwe vê yekê re êþand û ez gihîþtime qinaetekî. Li gorî vê qinaetê ew awayê me bi kar anî, çendî ku li me ferz bû em bi nezanî bidin jî rast bû.Me tiþtekî derveyî rêzimana kurdî nekiribû. Çima?
Kesin hene dibêjin di kurdî de kirdeya nepen nabe. Bi awayekî giþtî ev rast e. Lê di her zimanî de rewþên awarte hene ku li qaliban nayên. Di kurdî de jî wisa ye. Kingê kurd derbasî zimanê nivîskî, nemaze jî nivîskiya bi alfabeya latînî bûn ev yek derketine pêþ me. Ne tene lê ferzbûna rojnameyê, va ye danerê rêzimana kurdî û zimanzan Celadet Bedirxan bi kar aniye: ... Lê ji qehran, ji rikê hev ve welê digotin. Midekî dirêj xwe ker kirin. (Ji ‘Gazinda Xencera Min’) Di her duyan de jî kirde nîn e. Lê kirdeya wan bihata bikaranîn, divê lêker weke ... welê digot û ... ker kir bihata kiþandin. Rêbaz di vir de veþartî ye.
Min ev rêbaz wiha destnîþan kir: Ku çend hevok li pey hev bên, heke kar bi heman kirdeyê ve pêk bê, dikare hevoka teqîp dike bê kirde bê bikaranîn. Em mînaka hevoka duyemîn hildin dest. Heke wiha bihata kiþandin; Midekî dirêj xwe ker kir, wê gavê nedibû, wekî ku yek kesî xwe ker kiriye dihate fêmkirin. Lê serê paragrafê kirde du kes in, yanî wan e. ( mebest ji wan, Serxan û Çeçen e. Her du jî di hevokê de yek karî dikin. C Bedirxan her du kirde wek cînavk bi kar anîne.) Di vir de diyalektîka zimanê kurdî baþ tê dîtin. Ziman xwe ji aloziyê xilas dike. Ji ber ku kirde nîn e, pirjimariyê li lêkerê bar dike û ziman vê kêmasiyê telafî dike. Em dikarin bêjin qalibekî awarte heye lê mantiq û rêbazeke wê awartetiyê jî heye. Wêga em rêbazê zelal bidin xuyakirin: Ku çend hevok li dû hev bên, ku kirde heman kirde be, dikare hevoka piþtî wê tê bê kirde bê bikaranîn. Ev ne derveyî rêbazên zimanê kurdî ye. Kirdeya nepen di kurdî de jî heye lê bi qasî ya tirkî berfireh nîn e. Di tirkî de hevok li dû hev bên jî neyên jî kirdeya nepen tê bikaranîn. Ez ê bi çend mînakên din mebesta xwe xurt bikim.
Simo û Ehmê ji nerazîbûna her sêyan hesiyabûn. Çawa nehisin! Gurê van riyan bûn. Bi zivistanan, bi salan e debara xwe bi vî awayî dikirin. Hevoka serî bi kideya pirjimar e, ya xêzkirî bê kirde ye û lêker bûye pirjimar. Heman tiþt li yên jêr jî hene.
Wan jî xwe kirin du ta, her yek di demeke din de hat lojmanê û tedbîrên wan tê derxistin. Qula derziyê dîtibûn. Di nava hefteyekê de ew jî pûç kirin.
Wan dîsa di demeke kurt de rê rast kir. Pêsîra xwe ji wan xilas nedikrin.
Mijareke tev li hev bû. Tevlihevî ji taybetiya mijarê bixwe diqewime. Hêvî dikim min mijar bi mînakan zelal kiribe û dabe fêmkirin. Ger wisa be mebesta nivîsê wê pêk bê.
***
Nivîsên Yaþar Eroglu yê ku berê di Diyarnameyê de hatine weþandin:
- Hevoksaziya lêkêrên gerguhêz û negerguhêz
- Hin þaþiyên ziman ên Hînkera Enstîtuya Kurdî