Diyarname
Derhêner Kazim Oz piştî fîlmê xwe "Zer" û "Çinara Spî" ku di van rojên koronayê de bê pere pêşkêş kiribû vê carê belgefîlmê xwe "Dûr" pêşkêş kir.
Dûr belgefîlmê Kazim Oz e ku di sala 2004'an de kişandiye. Oz piştî salên dirêj di sala 1997'an de carek din vedigere gundê xwe û berê kamerayê dide kesên li gund mane. Paşê her ku diçe gund dikişîne û di dawiyê de "Dûr" jê derdixe. Belgefîlmê Dûr heman salê li Festîvala Nûnbergê, di sala 2006'an de jî li Festîvala Enqereyê Xelata Belgefîlmê Herî Serketî girt û hat ecibanrin.
Derhêner Oz fîlmên xwe li Vîmeoyê bar kirine û ji bo projeya xwe ya nû difiroşe jî. Lê di van rojên koronayê de wan dem bi dem bê pere pêşkêş dike. Piştî "Zer" û "Çinara Spî" vê carê "Dûr" ji bo çar rojan hat pêşkêş kirin. Yên bixwazin ji bo projeya nû dikarin berhemên din ên Oz bikirin û bi vî awayî piştgiriyê bidin.
Ji bo temaşekirinê divê mirov endamtiya Vîmeo çêbike û paşê temaşe bike. Û şîfre: corona ye.
Lînk: