Diyarname
Dadgehê pêşî Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen berdan paşê îtîraz kir û ew carek din girt bin çavan. Bilgen berî ku bê tewqîfkirin sosretek din qewimî li Tirkiyeyê: Di serî de CNNTurk, rojnameyên wekî Sabah û yên din ragihandin ku Ayhan Bilgen hatiye tewqîfkirin. Lê wê demê Bilgen hê li dadgehê bû, hê dadger îfadeyên wî negirtibûn û wî bi xwe li odeya bendemanê ya dadgehê li televîzyonê temaşe dikir û televîzyonan (helbet malperên rojnameyan) qal dikir ku Bilgen hatiye tewqîfkirin. Ev wêne jî ji wê demê ye... Wêne her tiştî nîşan dide, loma em vê wêneyê wekî Wêneyê Rojê hildibijêrin û pêşkêş dikin.
Wekî notek ligel Bilgen, mebûsa HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş jî wekî Bîlgen pêşî hatibû berdan û li ser nerazîbûna dozger ew jî wekî Bîlgen hat tewqîfkirin.


