Diyarname
Heta niha komên şêwran her yek li bajarê xwe dihatin ba hev û li ser pirtûkek sohbet-nîqaş dikirin vê carê ji ber vîrusa koronayê hatina cem hev çênabe loma jî serî li rêyek din û bi hev re dane: Koma şêwra wêjeyê ya Amedê, Cizîrê, Mêrsînê, ya Bismilê, ya Stockholmê dê bi hev re ji ser online re şêwek bike. Şêwra vê carê li ser romana nivîskar Cîhan Roj "Mala Baz" e. Her wiha Cîhan Roj jî dê ligel wan di nav sohbetê de be.
Şêwr êvara 21'ê gulanê li gor saeta Amedê saet 21.30 de ye.
Romana Cîhan Roj "Mala Baz" di sala 2018'an de ji aliyê Weşanên J&J ve hatiye weşandin û xwendevanan dibe Bedlîsê dema mîrekiya kurdan
"Mala Baz" çîroka Evdal Xanê Bedlîsê tîne ziman lê raste rast naçe ser Evdal Xan. Bi ser gelek çîrokan re, bi ser gelek lehengan re, bi honakek cuda xwendevan dibe Bedlîsê, dibe pirtûkxaneya Evdal Xan.
Navnîşan:
www.enstituya.online


