logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin
  2. Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin
  3. Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin
  4. Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe
  5. Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne
news-details

Di Pêşbaziya Arjen Arî de dosyaya 'Kibêta Elbakof' bi ser ket

Îsal 7’emîn car Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî ji aliyê Weşanên Sor û Malbata Arî ve hat lidar xistin hat eşkere kirin.

  • Dîrok: 15/05/2020
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Diyarname

Îsal 7’emîn car Pêşbaziya Helbestan a Arjen Arî ji aliyê Weşanên Sor û Malbata Arî ve hat lidar xistin hat eşkere kirin. Di pêşbaziyê de Suat Baran bi dosyaya xwe ya bi navê “Kitêba Elbakof” bi ser ketiye. Dosya di dema pêşiya me de wê wekî pirtûk ji Weşanên Sor derkeve.

Ji ber vîrusa koronayê amadekarên pêşbaziyê bi awayekî nivîskî encama pêşbaziyê eşkere kir. Pêşbaziya îsal ku serîlêdanên wê sermawej/mijdara 2019’an de hatibû des pê kirin, 5 dosya ji bo wan hatibûn şandin. Ji van wan dosyaya Baran bi ser ket. Di daxuyaniya ku hate eşkere kirin de wisa hat gotin: “Îro Cejna Zimanê Kurdî ye. Em li ser navê pêşbirkê û Weşanên Sor pîroz dikin û hêvî dikin ku ev pêşbirk hê gelek ciwanên qelemxurt bigihîne edebiyata kurdî û bi qelemên wan û gelek ciwanên dî edebiyata kurdî her bi pêş ve biçe. Îsal 5 dosyeyan serî li pêşbirkê dan. Juriya îsalîn ji Fewzî Bîlge, Yeqîn h., Bêrîvan Zînzal, Berken Bereh û Necla Arî pêk dihat. Pênc endamên juriyê dosyan nirxandin û nîqaşên xwe kirin. Bi qineta hevpar a her pênc endamên juriyê, bi boneya ku xwediyê dosyeyê edebiyata kurdî û ya cîhanê baş dizane û hêviya pêşketinê dide, dosyaya Suat Baran a bi navê Kitêba Elbakof hêjayî xelatê hatiye dîtin.” 

Amadekarên Pêşbaziyê ji bilî xelata helbestê di heman demê de xelata rûmetê jî dide. Îsal wan Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancı hêjayî xelata rûmetê dîtine û li ser vê jî wisa gotine: “Fincanci salên dûdirêj in ku wekî seroka giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê li hemberî îşkence û zordestiya hêzên dewletê xebatên zanistî dimeşîne, bi tedawî û kordînasyona kesên îşkencedîtî ve mijûl dibe, her parastina mafên gelê kurd dike û ji bo dostaniya gelên Rojhilata Navîn û dinyayê têdikoşe.”

Merasima xelatdayîna pêşbaziyê her li Fûara Pirtûkan a Amedê de dihat dayîn lê ji ber îsal nediyar e dê fûar li dar bikeve yan na di rojên pêş de dê diyar bikin ku ka kengê û li ku vê mesarimê li dar bixin.

Di dawiya daxuyaniyê de amadekiran bang kiriye ku ji bo sala pêşiya me ji niha ve dosyayên xwe amade bikin û ji bo pêşbaziyê bişînin.

Suat Baran kî ye?

Suat Baran di sala 1986’an de li Wanê hate dinyayê û zaroktî û balixiya xwe li Trabzonê derbas kiriye. Li Zanîngeha Stenbolê Ziman û Wêjeya Yûnaniya Nûjen (2008) û li Zanîngeha Yildiz Teknikê Mamostetiya Îngilîzî (2015) kuta kir, dûre li Zanîngeha Bilgiyê di beşa Cultural Studies de mastera xwe wergirt (2014) û niha jî li Zanîngeha Boğaziçiyê di beşa Edebiyata Tirkî de doktoraya xwe dike. Di teza xwe ya masterê de li ser trawmaya zimên û bêdengiyê xebitî di roman û çîrokên Suzan Samanciyê de.

Ev deh sal zêdetir e bi karê wergera edebî re jî mijûldar e hem ji yewnanî hem jî îngilîzî. Ji yewnanî bo tirkî 5 wergerên wî wekî kitêb çap bûne di navbera 2007-2010’an de. Lê dûre dev ji wergera tirkî berda û bala xwe bêtir da kurdî. Heta niha gelek wergerên wî yên bi kurdî yên gotar, çîrok û helbestan di kovarên mîna Yazinca, Tabularasa, Wêje û Rexne, Zarema, Jehr, Asîva, Derwaze û bloga wî (wergeraedebi.blogspot.com) de derketine. Di ekîba derxistina kovara nîv-akademîk ya Zaremayê de rolek girtiye. Ew ji dema lîseyê ve helbestan dinivîse û ev têkiliya xwe qet qut nekiriye.


Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 05 06 2026

Pirtûkên kurdî di 'Rojên Pirtûkan' de li benda we ne

news
  • 05 06 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

news
  • 04 06 2026

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

news
  • 03 06 2026

Festîvala Fîlman a 'Uçan Supurge' dest pê kir

news
  • 24 05 2026

Derhêner Mungiu cara diduyan Palmiyeya Zêrîn girt

news
  • 23 05 2026

Dawiya hefteyê hin çalakiyên çandî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Petrola BOTAŞ'ê tevî Çemê Batmanê dibe

ad

Berendama Şaredariya Sêrtê Alagaş hat binçavkirin

ad

Rewşen ne tenê bi ‘bîr‘ û bi ‘req‘ e

ad

Kes xwedî li Diyarbekirsporê dernakeve

ad

Bakirhan: Kurd dixwazin di nav aştiyê de bi ziman û hebûna xwe bijîn

ad

Dawiya hefteyê: Li 4 welatan derbî hene

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Li Mêrdînê Rojên Pirtûkan dest pê dikin

  • 04 06 2026
news

Alinak ji ber pirtûka 'Mehmet Tunç û Bêkes' hat girtin

  • 04 06 2026
news

Ji bo lêkolîner û nivîskar Mehmet Bayrak çalakiya "Rêzgirtinê" tê lidarxistin

  • 04 06 2026
news

Ji 1930 heta niha yên kûpa birine mala xwe

  • 04 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname