logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn
  2. Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin
  3. Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro
  4. Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand
  5. PFDK'ê ceza li Amedsporê birî
news-details

Mîrê ziman û zemana xwe, firarê zemana mezin

Ger hemû gotin, nivîs û gotegotên li ser kurdî û bo kurdî bihatana dijîtalîzekirin, di ewra peyvan (word cloud) de dê te

  • Dîrok: 26/04/2020
  • Beş: Serbest

Ferzan Şêr

Ger hemû gotin, nivîs û gotegotên li ser kurdî û bo kurdî bihatana dijîtalîzekirin, di ewra peyvan (word cloud) de dê teqez peyva herî ber biçav û mezin peyva klasîk bibûya, Xanî, Cizîrî û Celadet jî dê li pey wê bihata. Divê li xwe mikur werim ku tu carî nava min klasîkan baş nebûye û wekî ku Calvino dibêje kesên klasîkan dixwînin nabêjin “ez dixwînim”, dibêjin “ez cardin dixwînim”; ez jî ji wan kesan im, dema behsa klasîkekê bû û min xwendibe rûyê min sor dibe. Di vir de qesta Calvino helbet ji xwendin û nexwendinê pêve taybetmendiya klasîkan dide nîşandan ku xwendinên wan ên dubareyî, sêbareyî û çend carên din gengaz e. Li gor hinek rexnegirên mîna Jale Parla jî ji xwe “her xwendin ji nû ve xwendin e”. Ev yek herî bêtir jî li klasîkan tê. Mirov dikare bi vî çavî li gelekên metnên kurdî binêrin ku klasîkên kurdî bi temenê xwe ciwantirîn klasîkên neteweyî ya dinyayê ne.

Gelo ji nû ve xwendina nav û berhemên Celadet Alî Bedirxan gengaz e?

Qesta min ji ji-nû-ve-xwendinê ev e ku berhem di dem û mekaneke (erdnîgarî) sabît de ne bes wateyeke xwe hebe; an jî di demên dîtir de yanî gelek wext li ser çapkirina berhemê bikeve jî, pêncî sal şûn de bo mînak, li erdnîgariyên din ên gerdûnî jî bikaribe bê fahmkirin, her carê ku hat xwendin jî wateyan li xwe zêde bike. Bo mînak, çîroka “Gazinda Xencera Min” alegoriya qedera Kurdistanê ye di navbera qelem û xencerê de, yanî di navbera erka siyasî/zanîn û şerê çekdarî/parastina bi hukmê leşkerî ye û gelo bes di şertên wan deman de dikare bê fahmkirin ango di salên îroyîn jî dikare bê fahmkirin; wateya xwe heman e, ango têgihîştina wê bi demê re guherî ye; çend xwendinên din jê dertên gelo; gelo çîrokên îroyîn ku xwe dispêrinê hene an na… Mirov dikare nimûneyên ji-nûve-xwendinê zêdetir bike.

Di serî de ji ber ku C.A.B (ji ber timakariya Kundê wiha bi kurtî dinivîsim) bi karê zimên (linguistik, ferheng, kovargerî, folklorî hwd.) mijûl bûye, bersiva me “na” ye. Ne tev be jî, gelek ji van qadan rê nadin ji-nû-ve-xwendinê, piranî xebatên bingehîn in ku mirov divê ji wan dest pê bike. Kes û xebatên afrîner ji wan jî tiştên afrîner derdixin helbet… Lê dema min çîrokên C.A.B xwendin min dît ku çîrokên wî rê li ber xwendinên cuda vedike, lê belê ji naverokên xwe bêtir “nav” û “kirinên” wî, wî dike kesekî “klasîk”.

C.A.B hem bi navê xwe Celadet Alî Bedirxan hem jî bi navê mustear ên mîna Cemşîd û bêtir jî bi Bişarê Segman nivîsandine. Gelek mijar û biwarên cur bi cur dane ber xwe: wergêrî, çîroknûsî, kovargerî, zimannasî, folklorîstî, siyasetmedarî hwd; kurteçîrok, çîrokên tarixî, çîrokên kevn (mîtolojîkî), ceribandin û nivîsên siyasî, xebataên ferhengî û gramerî; bi zimanên osmanî, kurdî û frensî nivîsandine; di her çîrokên wî nivîsî de, ango bijartî de jin rolên sereke dilîzin (Nahîde, Rindê û Zîzê, Fehîme, Viyoletê, Jinikê ku mêrê xwe dikuje, Dayîn; di çîrokên tarixî de, Klêopatre, Vêna, Mariya, Dimitriya, Lûna, Honorya,); li Stenbolê (kalamiş), li Dihokê, Bêrûtê çîrok nivîsandine, ji welatê ûrîsan heya Asya Navîn, ji Kurdistanê heya Ewropayê serê qelema xwe dirêj kiriye. Ez dibêm mirov grafîkeke ji cihên ku wî nivîsandine ber bi cihên ku çîrok tê re derbas dibin xêzan çêbikin wê wekî reklama şîrketên balafiran qelema wî xwîneran bibe gelek deverên cîhanê. Tevna C.A.B wekî atlasa kişweran e.

Di nav çîrokên wî de du çîrokên wî hene ku bergeha çîrokên wî yên hunerî û sîyasî nîşan dide. “Li Ber Tevna Mehfûrê” çîroka malbatekî ye ku prototîpa Kurdistanê ne. Li gor tevna çîrokê bav “wesandiye” ku kur (Gefo li gor wetana erotikî ya Afsaneh Najmabadi, netewe ye) divê bixwîne, bibe zana da ku welat rizgar bike. Jin dixebitin, dayik dixebite, her du xwişk-Zîzê û Rindê, dixebitin ji bo ku Gefo bidin xwendin. Di vê çîrokê de du tişt bala min kişand ku yek jê hunera tevna mehfûrê ye. Edîbên baş ên gerdunî gelek caran di pêşkêşkirina hunerên xwe bi metoforeke din a hunerî, bi awakî metafiksiyonel pêk tînin. Nivîskara navdar a ermen Zabel Yesayan -ku hevçerxa C.A.B- di novellaya xwe ya Surgun Ruhum (Ruhê Min ê Sirgun) de pêşangeh û nîgarkêşiyê dike mijarokek mesela, fikrên xwe yên hunerî di ser wan re dide. Di çîroka “Li Ber Tevna Mehfûrê” de jî bi ya min tevna mehfûrê bi xwe hêla C.A.B a hunerî ye şanî me dide. Hêla din ya çîrokê jî alegoriyeke bindestiya Kurdistanê ye, ne alegorî ye, raste rast ew bi xwe ye. Zanebûna heyî (di ser Zinar re), yanî fikriyata întelektuwelî ya wê serdemê têrê nake ku barê bindestiyê ragire û qedera neteweyekê diyar bike, lazim e Gefo ji qelemên haziran hîn tûjtir be, belkî lazim e bi şûreke zengnegirtî, bê tûjkirin. Di vê çîrokê de felata mutleq di qelemê de veşartiye.

Di çîroka “Gazinda Xencera Min” de jî dubendiya qelem û şûrê heye. Xencer û qelem du hêmayên sereke ne di edebiyat û fikriyata kurdî de ku secereya wan heya Xanî dirêj dibe. C.A.B tevlî nîqaşa salane dibe bi vê çîroka xwe re, “gazinda xencerê” digihîne nifşên li pey xwe. Li gor wî xencer ji ber tercîha qelemê ji bîr çûye loma jî zeng girtiye. Lê gelo serencama qelemê çi ye? Ez dibêm C.A.B wekî kevirekî anakronîk vê pirsê davêje nav bîra nifşên nû. Di rêzefîlma navdar a bi navê Narcos (ya resen) de Escobar tevî gerîlayên M-19 hevkarî dike, ji muzexaneyê şûra Bolîvar didizin, li wir dîmenek heye, di nav camên şikestî de ku şûr tê de nîşan didin, dibêje “şûrê Bolîvar vegeriya nav şer”. Şûrê Bolîvar sembola serxwebûn û yekpareyî ya Amerîkaya Latînî ye. Bûye mîteke avakar di gelek karên wan ên hunerî de. Hin sembol hene şopa wan hem kevnar e, hem jî di bîra nifşên dahatûyê de tovên wan hene. Xemên ku C.A.B xwarine jî bi vî rengî ye, hem rabirdû tê de ye, hem jî dahatû. Ev jî berê me dide têgeha kairosa yewnanî. Kairos yek ji têgeha demê (zeman) ya yewnanî ye. Şîrovekarên van têgehan kesên mîna Agamben û Walter Benjamin hêlên wê yên şoreşî/polîtîkî/dîrokî dinirxînin. Şîroveyên hêsankirî jî diyar dikin ku kronos (kronoloji) jimareya demê, kairos “çawaniya” demê ye; hinekan jî kronosê dişibinîn çemê, kairosê dişibînin golê. Li gor Bulent Diken jî kairos hem zeftkirina rihê zemên e, hem jî di heman demê ji aliyê zemên ve zeftkirina kirdeyê bi xwe ye. Li gor vê pênaseyê C.A.B yek ji kurê wê secereya xencer û qelemê ye. Mîna ye surfjenên behran; ne wekî kesên ji rêzê di çemê kronolojiyê de çem û çem diçe, ne jî di goleke bê pêl de avjenî dike, wî bi xwe wekî surfjenan li alavên xwe amade dike, dema pêlên demê jî zevt dike pê re hunera xwe dide nîşandan. Bi her du lingên xwe li ser textê surfê ye, xwe radestî pêlê nake, hukmê pêlê dike; her pêl jê re hunereke din e ku li jor me behsa wan kirî. Loma wekî wergir û mudaxilê zemên ji tevî berhem û bêtir jî bi navê xwe ne “qanon” e “klasîkek” e CELADET ALÎ BEDiRXAN. Bi her xwendinê re xwendinên nû wehd dike.

Ev nivîs di hejmara 4'an a kovara Kundê de hatiye weşandin.


Parve Bike

Youtube Me

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji sporê 3 nûçeyên balkêş

ad

Berendamên Oscarên Tirkiyeyê diyar bûn

ad

Serîlêdana Pêşbaziya Xelatên Belgefîlman a TRT'ê dest pê kir

ad

Piştgiriya boykotê

ad

Li dinyayê ceribandinek nû: Ji 56 hezar wêneyan fîlmekî çêkirin

ad

Şandeya MGRK û Tev-Demê bi Barzanî re hatin cem hev

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

  • 22 10 2026
news

Bayer û Arsenal nekarîn hev têk bibin

  • 22 10 2026
news

Di Lîga Ewropayê û Lîga Konferansê de îro

  • 22 10 2026
news

Real Sociedadê pişta Lillestromê, Bournemouthê jî pişta Milanê şikand

  • 23 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname