Diyarname
Vê sibê polîsan bi ser mala Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan û Hevşaredarên Dêrsimê Nurhayat Altun û Mehmet Ali Bul de girtin û ew girtin bin çavan.
Ber êvarê Hevşaredar Bakirhan ji aliyê dadgehê ve hat tewqîfkirin. Dûre Hevşaredarên Dêrsimê jî hatin tewqîfkirin. Hikumeta dewleta Tirkiyeyê bi kayyûmê dest danî ser her du şaredariyan.