logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Axaftina Barzanî di kongreyê de

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, gotarek di dêrendazên sazdana kongireya Partîya Demokrata Kurdistanê de pêşkêş k

  • Dîrok: 11/12/2010
  • Beş: Serbest

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, gotarek di dêrendazên sazdana kongireya Partîya Demokrata Kurdistanê de pêşkêş kir û tê de da xuyakirin, ku kurd sazişê (tenazulê) ji kurdistanîbûna bajêrê kerkûkê nakin û rê jî nadin ti kes û alîyan, gelê kurd parçe bikin û rê nadin ti kes û alîyan, cenga kurd-kurd dubare pêk bihînin. Serokê herêma kurdistanê got, ku pirranîya armancên PDK yên li kurdistanê û yên di çarçêweyê Iraqê de pêk hatine.

Serokê herêma kurdistanê got: PDK wek pêdivêbûneka dîrokî ji dayik bû, da ku vên û doza gel û pêkhatên din bike yek. PDK li ser binemayê tevayîyê û jîyana bi hev re hatiye damezrandin û di evê bareyê de sînor jî derbas kiriye. Ji bilî kurd, Turkman û Erebên nav kurdistanê jî beşdarî tê de kirine.
 

Serokê herêma kurdistanê got: di kongireyên berê de hat çesipandin, ku mafê çarenivîsîyê mafê gel e û di evê kongireyê jî de, PDK mafê çarenivîsîyê kiriye heyvanê karê xwe.
 

Serokê herêma kurdistanê got: me evroj ezmona xwe ji çiya daxistiye bajêran. PDK bawer dike, ku di biwarê hukumkirinê de girêdanek di navbera partîyê, hukûmetê û parliyamentê de heye û ev girêdan li ser bingeha prensîpan e. Herweha, bawerîya me bi hebûna opozisyonê, pluralizmê û nerînên cuda heye.
 

Serokê herêma kurdistanê got: bawerîya me bi mafên mirov dihê. Divê dezgehên PDK di evê bareyê de çalaktir bin û em rola jinan jî bi nirx dibînin û ew di biwarê xebata rizgarîxwaza gel de ne kêmî mêran e.
 

Serokê herêma kurdistanê got: pirranîya armancên siyasîyên PDK pêk hatine. Belê di biwarê civakî de hîna gelek kar li ber me hene. Rewşa ewledarîyê li herêma kurdistanê baş e û bûye nimûneyeka serkevtî. Ji ber evê yekê, gelek deverên dinên Iraqê jî dixwazin ku bibin herêmên federal.
 

Di bareya gendelîyê jî de serokê herêma kurdistanê got: gendelî di nav me de heye û kêm an zêde, di hemû dam û dezgehan de dihê vedîtin. Em bi xwe li dijî gendelîyê ne û em kar dikin da ku nemîne. Divê em sistema sizayê û xelatkirinê bi cih bihînin, da ku gendelî nemîne.
 

Serokê herêma kurdistanê got: divê berpirsên PDK xwe nêzîkî hejar û xizanan bikin, ji ber ku ew hejar û xizanana li pişta PDK bûne. Divê em jîyana xizanan, kesên şehîdan û pêşmerge xweş bikin.
 

Di bareya kurdên Êzdî, Şebek û Feylîyan jî de serokê herêma kurdistanê got: kurd bi Êzdî, Şebek, Feylî û yên din ve yek parçe ye. Em rê nadin ti kes û alîyan ji ber cudayîyên oldarî kurdan parçe bikin. Çawa rêzgirtin ji Kurd re heye, divê weha jî ji Turkman, Aşûrî, Armenî, Siryanî û yên din re hebe. Çawa rêzgirtin ji Islamê re heye, divê weha jî ji olên din re hebe.
 

Serokê herêma kurdistanê got: dema ku me pirsa Iraqê çareser kir, me destê aştîyê pêşkêş kir. Belê divê aştî li ser hesaba me nebe. Kurd di Iraqê de xwedîyê mafê xwe yê neteweyî ye. Em dixwazin bajêrê kerkûkê jî bikin cihê jîyana bi hev re ya birayane, belê em ticaran sazişê (tenazulê) jê nakin.
 

Di bareya pirsa kurd a li parçeyên din jî de serokê herêma kurdistanê got: dem hatiye, ku êdî partîyên parçeyên dinên kurdistanê pirsa kurd aştîyane çareser bikin û xebata xwe berdewam bikin. Divê sûd ji pêşkevtinê, zanînê, teknologiyayê, vebûnê û demokrasîyê bihê dîtin. Divê hemû gelên evê deverê jî hev qebûl bikin, ji ber ku zimanê çek tenê malwêranîyê çê dike.
 

Serokê herêma kurdistanê got: careka din em dibêjin, ku li jêr ti pestanê jî be em rê nadin, ku cenga kurd-kurd çê bibe û dubare bibe. Ji ber ku di evê bareyê de ezmoneka me ya tehl heye û ez li vir, ji ber çêbûna cenga navxweyî, daxwaza lêborînê ji hemû qurbanîyan dikim.
 
Ji Peyamnêre hatiye girtin

***

 

Nûçeya eleqedar:

- Kongreya PDK'ê dest pê kir

- BDP'yî beşdarî kongreya PDK’ê dibin
 

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Ji bo avakirina Geverê kampanyaya mezin hat destpêkirin

ad

Nicole Kidman: Bila şîdeta li dijî jinan bê rawestandin

ad

Amed sporê yekemîn serketina xwe bi dest xist

ad

Nivîskara 'A Woman of Substance' mir

ad

Ew êdî '8'emîn mikemelê dinyayê' ye!

ad

Li Stenbolê dixtoreke dermanê xirab daye zarokên kurdan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname