PARÎS
Enstitûya Kurdî ya Parîsê dide zanîn ku li Ewrûpayê xwedî pirtûkxaneya herî mezin e, niha jî enstîtû vê pirtûkxaneya xwe vediguhezîne ser cîhana înternetê.
Li gor daxwiyaniya Enstîtûya Kurdî ya Parîsê wek gava yekem, bi riya internetê qasî hezar (1000) berhemên Kurdî û zimanê biyanî, bi sedan pelge û dokûmanterên pêvek dê belav bikin.
Enstîtûyê ragihand ku di gavên bê de digel deng, reng û wêneyan berhem û pelgeyên din dê ji bo bikarhênerên înternetê bê pêşkêşkirin.
Li gor Enstîtûya Kurdî, Pirtûkxaneya Dijîtal a Kurdî dê di cîhana Kurdan a têkîldarê înternetê de bibe çavkanî û navena herî dewlemend. Her wiha dê malper, bi Kurdî, Îngîlîzî û Frensî weşanê pêk bîne.
Pirtûkxaneya Dijîtal a Kurdî di 10’ê Berfanbarê de bi demjimêra Parîsê di demjimêr 10:00’ê de dê dest bi weşanê bike.
Pirtûkxaneya Dijîtal di van sê navnîşanên web’î de dê xizmetê bide: bnk.kurde.eu, bnk.kurd.eu, bnk.institutkurde.org .
Ji ANF'ê hatiye girtin