AMED (DÎHA)
Baroya Amedê derbarê qetilkirina serokê xwe Tahîr Elçî de li ber dozgeriya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Cîgirê Serokê Baroyê Ozmen wiha gıt: "Di dîmenên kamerayan de li gorî me kesên herî gumanbar polîs in. Di dosyayekê de ger polîs gumanbar bin û car din polîs lêpirsîna bûyerê bikin, dibe ku bûyer bê tarîkirin. Ji bo ku delîl neyên windakirin, polîsên ku çekê bikar tînin bila bên girtin û bila beşek derveyî polîsan li dozê binêrin. "
Baroya Amedê derbarê qetilkirina Tahîr Elçî de li ber dozgeriya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî, Parêzerên Endamên Komaleya Hiquqnasên Mezopotamya (MHD) û parêzerên girêdayî Baroya Amedê bi cubeyên xwe cihê xwe girtin. Di daxuyaniyê de dowîzên li ser wan gotina Tahîr Elçî ya ku gotibû 'Qey ez dê ji we bitirsim? ' , "Em hemû Tahîr Elçî ne" , "Em li kujeran digerin" û pankartên "Em te ji bîr nakin", "Heke ku ez bimirim bila ez li bin minara çar ling bimirim" ji aliyê parêzeran ve hat hilgirtin. Di dema daxuyaniyê de helîkoptera polîsan li ser Sûra ku Tahîr Elçî tê de hatibû qetilkirin difiriya.
'Nahêlin parêzer li dosyayê binêrin'
Li ser navê parêzeran û Baroya Amedê Cîgirê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen daxuyanî xwend û diyar kir ku ji roja qetilkirina Elçî û vir ve komîsyonek ji bo bûyerê hatiye avakirin û ev komîsyon bi awayekî veşartî karê xwe dike. Ozmen anî ziman ku tevlî ku li ser dosyayê biryara hiqûqî ya veşartinê nîn e jî, li ser dosyayê veşartin tê kirin û wiha got: "Bêyî ku biryara veşartinê hebe, nahêlin ku parêzer dosyayê bibînin. Ji dosya û girteyên ku bi kêmasî gehîştine me, tê fêhmkirin ku lêpirsîn baş nayê kirin."
'Lêpirsîn baş nayê kirin'
Ozmen destnîşan kir ku girteya ku qewimandina bûyerê tê de hatiye nivîsîn ji aliyê polîsan nehatiye dayîn û axaftina xwe wiha domand: "Bi me re fikara girte nehatiye girtin pêk hat. Îlankirina qedexeya derketina kolanan ya li Sûrê, gumanên lêpirsîn baş nayê kirin bi me re çêkir. Di dosyayê de polîsekî ku îfadeya wî hatibe girtin, ji kar hatibe dûrxistin an jî hatibe binçavkirin nîn e. Polîsên ku di dema bûyerê de li cihê bûyerê bûn û gule ber bi cihê ku Tahîr Elçî lê bû dibarandin şopên destên wan nehatine girtin."
Ozmen bertek nîşanî nûçeyên bi sernavê 'Di qetilkirina Elçî de 3 binçavkirin' da û wiha pêde çû: "Ji qetilkirina Elçî heta niha kes nehatiye binçavkirin. 3 kesên ku hatine binçavkirin ji kuştina her du polîsan hatine binçavkirin. Di ser qetilkirina Elçî de 7 roj derbas bûne û hîn jî kesên lêpirsînê dişopînin bersiv nedane xwestekên me."
Ozmen bang li rayedaran kir ku xwestekên wan bên qebûlkirin û xwestekên xwe wiha rêz kirin:
* Dimenên bi deng, nivîs û materyalên wekî din yên di dosyayê de divê bidin me.
* Li gorî dîmenên ku derketin pêşberî raya giştî û pêkhatina bûyerê, kesên herî gumanbar polîs in. Di lêpirsîneke ku gumanbarên wê polîs be û car din lêpirsînê polîs bike ne bêalî ye û dê tarîtiyê deyne ser lêpirsînê. Ji ber vê yekê, divê komeke ji bilî teşkîlata polîsan vê lêpirsînê bike.
* Di dimênên kamera de, di serî de polîsên ku çekê bikartînin û polîsên ku pişt re tên cihê bûyerê bi giştî wekî gumanbar îfadeyên wan bên girtin, ji bo ku delîl neyên windakirin, polîsên ku çekê bikar tînin bên girtin.
* Divê dest deynin ser dîmen û dengê telsîzên polîsan yên beriya qetilkirinê, yên dema qetilkirinê û yên piştî qetilkirinê.
* Divê kamerayên polîsan yên ku di dîmenan de tê xuyakirin di serî de, kamerayên jendermeyan û MÎT'ê jî dest deynin ser.
* Di roja bûyer pêk hatî de, dîmenên kesên ku wekî 'endamê rêxistinê' tên nîşandan, hatine kêşan, her wiha qeydên MOBESE û yên dikanên derdorê ku hatine bidestxistin bila radestî me werin kirin.
* Divê dest deynin ser qeydên GPS'ê yên wesayita tîcarî, divê dest deynin ser qeydên li kolana ku Elçî lê hatî qetilkirin.
*Wêne û dîmenên ku roja buyerê ji aliyê wesayitên hewayî hatine kişandin tevlî hemî xalên hatine gotin bi dosyayê re radestî me bê kirin.
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.


