Kopenhang
Qedexeya li ser hesabên Roj TV ya ku ji ber doza li ser Roj TV hatibûn danîn rabû.
Dadgeha Bilind îtiraza Serdozgerê Kopenhagê Joergen Steen Soerensen ya ku dixwest hesabên Roj Tv bên desteserkirin qebûl nekir.
Serdozger Soerensen hesabên televîzyona kurdan bloqe kiribû. Parêzerên Roj TV li hemberî biryara dozger îtîraz kiribûn. Dadgehê vê îtîraz qebûl kir. Dadgeha
Bilind îro (06.12.2010) bi daxuyaniyeke diyar kir ku ew îtîraza Serdozgerê Kopenhangê qebûl nakin û xwest qedexeya li ser hesabên Roj TV bê rakirin.
Dema Dadgeha Bilind ev biryarê da, bal kişand ser Biryarnameya Mafê Mirovan a Ewropayê.


