Diyarname
Xelatên BAFTA ku wekî Oscarên îngilîzan têne zanîn hatin belavkirin. "Slumdog Milyoner" mohra xwe li şevê da.
Akademîya Hunerên Televîzyon û Fîlman a îngilîz xelatên BAFTA'yê şeva borî belav kir. Di şevê de fîlmê "Slumdog Milyoner" ku di heman demê de berendamê Oscarê ye 7 xelat girt û mohra xwe li şevê da. Derhênerê fîlmê Danny Boyle jî Xelata Derhênerê Herî Serdekî girt.
Di şeva xelatdayînê ku li Londona Îngilistanê li dar ket de Kate Winslet xelata Lîstikvana Herî Serketî girt bi rola xwe ya di "The Reader" de. Mickey Rourke jî bi rola di "The Wrestler" xelata Lîstikvanê Herî Serketî girt.
Lîstikvana navdar Penelope Cruz bi rola di fîlmê "Vicky Cristina Barcelona" de xelata Lîstikvana Duyemîn a Herî Serketî, Heaht Ledger jî bi rola di "Batman" de xelata Lîstikvanê Duyemîn ê Herî Serketî girt. Ledger berî ku fîlm bikeve vîzyonê jiyana xwe ji dest dabû.