logo
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
3 ROJ
  1. 'Pêşiya Malê' ji me re hişt û çû
  2. Ez çawa bi fitixê ketim, min çi kir û divê em çi bikin?
  3. Piştî salan eşkere kir ku ji "Basic Instinct" çiqas pere girtiye
  4. Siyadê Xelatên Ked û Rûmetê eşkere kirin
  5. Yeşîl Sol Partî dê çi bike? Va ye deklerasyona wan
news-details

Ji 'Janya' heta 'Çirûskîzm' Rênas Jiyan

  • Dîrok: 02/09/2016
  • Beş: Portreya Mehê

Nivîs û foto: Cemil Oguz

Helbestvan, nivîskar, rexnegir û weşangerê kurd e Rênas Jiyan ku di gotûbêjeke xwe de wisa dibêje: "Dibêjin di sala nizanim çi de hatiye dinê. Bi vî awayî ew kes, ew nivîskar nayê naskirin. Li wî bajarî çi qewimî, serdema wî çi bû, sosyolojiya wî bajarî çi bû, divê wisa lê bê nêrîn. Mînak sosyolojiya 2016'an a Amedê çi bû, zarokek bê dinê dê çawa jêre bê gotin... Mînak qedexe, bindestiya gelek, ev neyê dîtin û neyê fêmkirin neheqî li wî nivîskarî jî dibe."

Salên zimanê qedexe

Sala ku Rênas Jiyan hatiye dinê li aliyê rojavayê Tirkiyeyê Şerê Qibresê hebûye, ji aliyê rojhilat ku kurd lê dijiyan, navê welatê wan lê nîn bû, kesî nediwêrî bibêje 'ez kurd im', kurdî qedexe bû, weşanên bi kurdî jî nîn bûn.  Di rewşeke wisa de, di 01.02.1974'an li Qosera Mêrdînê tê dinê Rênas Jiyanê ku vê mehê dibe mêvanê "Portreya Mehê".

Ew dibistana seretayî û navîn li Qoserê bi zimanê tirkî dixwîne, paşê diçe Amedê û zanîngehê dixwîne ku ev Amed ji bo wî dibe serdemeke nû; ji ber ku bi xwendina wir dibe karmendê dewletê lê ji ber xebatên bi kurdî dest ji karmendiyê ber dide piştî hin salan.


Bûyîna 'Janya'

Di salên 90'î de dema kovara Rewşenê (paşê "Rewşen"ên din) dest bi weşana bi kurdî dike ew jî yek ji ciwanên wê demê ye ku bi xebatên xwe kedê dide wê. Helbestan dinivîse Rênas Jiyan di salên 90'î de û dema yekemîn pirtûka wî ya helbestan "Janya" dertê êdî ew li nav helbestvanên mezin ên kurd de ye; ji ber ku gelek kesan ji "Janya"yê, ji janyayan hez kiriye. 

Rênas Jiyan û hevtemenên wî, bi gotinek din xemxurên kurdî ku serê xwe bi kurdî re diêşînin rastî zehmetiyan tên. Di sala 2002'yan de bi dehan ji wan têne binçavkirin ku Jiyan jî di nav wan de ye. Ew karmendekî dewletê ye loma jî piştî vê binçavkirin (ligel hevalên xwe yên din) tê sirgûnkirin. Piştî sirgûnkirin bi dawî dibe dîsa vedigere Amedê.

Li gor Rênas Jiyan "Civaka me civakek bi pirsgirêk e. Hem em bi xwe ji xwe re, li ber hev pirsgirêkan derdixin, hem dewlet li ber me pirsgirêkan derdixe." Dema di sala 2003'yan de dîwana "Mexzena Xwînê" diweşîne têde bala xwe dide ser vê civakê, sosyopolîtîka vê civakê ku jêre kurd tê gotin; dîmena civakê dikişîne. Paşê berê xwe dide metnên şanoyê jî û pirtûka "Di Tuwaletê De" (2006) dinivîse ku derhênerê şanoyê Mîrza Metîn ew derxistiye ser dikê jî.

'Çirûskîzm' û bîr

Jiyan dibêje, "Ji ber bindestî û ji ber feodalîzmê em şikestinê dixwin. Ez ji feodalîzmê hez nakim ji ber ku feodalîzm nahêle afirandin çêbibe. Yek bibêje ezê bibim hunermend, nivîskar pêşî lê digire. Pêşî li şanoyê digire, naxwaze kes şano bike. Ji ber feodalîzm tenê bi çend pîşeyên kar dizane û hew. Serdest derbê li me dixwe, em jî wekî feodal derbê li hev dixin." Ew wisa difikire, fikrên xwe, ramanên xwe di "Çîrûskîzm" ku wî ev derxistiye holê de tîne ziman. Çirûskîzmê wekî, "Çirûskîm azadî ye, ji xwe re azadiyê esas digire. Çirûskîzm ronahî ye, ew mirovê çirûskîzm bi dest xistibe tuyê êdî çi bidî wî? Wî ji xwe ronahî bi dest xistiye" û bi vê dixwaze civaka ew jê hatiye ber bi ronahiyê ve here. Di vî warî de xebatên xwe didomîne. Pêşî Weşanxaneya Belkî, dûre bi navê "Çirûsk" kovareke wêjeyî derdixe. Di pirtûkên xwe de, di kovarê û her wiha di quncika xwe ya di Azadiya Welat de li ser "Çirûskîzmê" disekine, rexneyan dike, şiroveyan dike, rê dibe ber mirovan, ber civakê.

Gotarên ku nivîsandine, rexneyên kirine di sala 2008'an de di pirtûka "Ji şêvê re-çend têgehên dera hanê" de digihîne xwendevanan.

Rênas Jiyan hê li Amedê dijî, xwedî û edîtorê Weşanên Belkî û kovara "Çirûsk"ê ku her du jî weşana xwe didomînin.

Berhemên wî:

- Janya / Helbest / Weşanên  Doz / 1999 (Çapên nû ji Belkî derketin)

- Mexzena Xwînê  / Helbest / Weşanên Belkî / 2003

- Di Tuwaletê de  / Şano / Weşanên Belkî / 2006

- Ji Şevê Re-Çend Têgehen Dera Hanê / Ceribîn-Rexne / Weşanên  Belkî / 2008

- Çirûskîzm-li ser goşt û agir û hunerê lêkolîneke fenomenolojîk  / Teorî-felsefe / Weşanên  Belkî / 2012

- Diêşiya / Helbest / Weşanên Belkî / 2013

- Wêjeya Kurmancî: Pênûsên Çardehderb / Analîz / Weşanên Belkî / 2015

- Spîtama / Rênas Jiyan / Roman / Weşanên Belkî / 2016


Parve Bike

Youtube Me

Qeza...

news

Mîrza Ronî: Şevger Çolo û Provakasyonên wî!

news

Helîm Yûsiv: Piştî 34 salan Mihemed Şêxo

news

Êrîşa li lîstikvanên Amed Sporê... 05.03.2023...

news

Di dema erdhejê de ger hûn erebeyê diajon...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li derve bin...

news

Di dema erdhejê de ger hûn li hundir bin...

news

'Bêrîvanê' / Mihemedê Nenyasî

news

Zara Mihemedi hat berdan

news

Goristana Semsûrê dilan dişewitîne…

news

06.02.2023, navenda Semsûrê...

news

Gername: Welatê Baskê

news

Hemal

news

Gername: Geştiyariyeke Behdînan

news

PEŞKÊN ŞEVÊ I

news

Peşkên Şevê II

news

Mane tu kurd î, naxwe normal e bavê min

news

Newroz Pîroz Be / Newroz Pîroz Bo

news

Klîba Newroza 2022'yan

news

Belgefîlm-Documanter

news
Nivîsên Nû
news

Nav û nav û nûçikên kurdewarî

  • Kazim Polat
news

Kenê Kulîlkê

  • Mîrza Ronî
news

Di psîkoanalîzmê de xwe-bûn û îd

  • Çorê ARDA
news

bo demê

  • Omer Dilsoz
news

Kurdî, xwendevanî û sî salên nivîskariyê

  • Cîhan ROJ
news

Şevbuhêrk û Şîrînahî

  • Aytenxan
Ev jî hene
ad

Deqeya dawî: "Min Dît" û "Du ziman û baholek" xelat girt

ad

Kongreya Nivîskarên Kurd û rapora tirkî

ad

Li bin erd stad tê çêkirin

ad

'Em piştgirî didin pêngava em daxwaza perwendehiya bi kurdî'

ad

Qontrol bikin: Dengê we heye yan na?

ad

Mebûsekî Amedê zêde dibe

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Nivîsênkarên Mêvan
3 Roj
news

'Pêşiya Malê' ji me re hişt û çû

  • 31 03 2023
news

Ez çawa bi fitixê ketim, min çi kir û divê em çi bikin?

  • 30 03 2023
news

Piştî salan eşkere kir ku ji "Basic Instinct" çiqas pere girtiye

  • 30 03 2023
news

Siyadê Xelatên Ked û Rûmetê eşkere kirin

  • 30 03 2023

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Cîhan ROJ
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • Helîm YÛSIV
  • Kazim Polat
  • Mîrza Ronî
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin

Copyright © 2005-2023 Diyarname