logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. 27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne
  2. 'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar
  3. Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê
  4. KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan
  5. Rojnameger Helkewt Ezîz di qezayê di mir
news-details

"Ferhenga Kurdistanî" derket!

Ferhenga Elî Ekber Kurdistanî ku 140 sal berî niha hatiye nivîsandin, ji aliyê Jan Dost ve bo kurmancî hate amadekirin

  • Dîrok: 07/11/2010
  • Beş: Berhem

Dawud Rêbiwar/Stenbol

Nivîskar Jan Dost ku di van salên dawîn de bêhtir bi romanên xwe balê dikişîne, di demên dawîn de bi wergerandin û şîroveyên xwe gelek berhemên hêja û giranbuha cardin vejand pêşkêşî hezkiriyên pirtûkxaneya kurmancî kir. Piştî wergerandin û şîrovekirina berhema Mela Mehmûdê Beyazîdî ya bi navê 'Adat û Rûsumatnameê Ekradiye niha jî wî Ferhenga Elî Ekber Kurdistanî ya ku 140 sal berî niha hatiye nivîsandin wergerand Kurmancî. Ferhenga navborî ku ji 256 rûpelan pêk tê, bi navê "Ferhenga Kurdistanî" ji hêla Nûbiharê ve hate weşandin. Hêjayî gotine ye ku Jan Dost berî van xebatan jî berhema Ehmedê Xanî ya navdar Mem û Zîn li kurmanciya roja me anîbû û ev berhem jî ji hêla Avestayê ve hatibû weşandin.

Jan Dost, ji bo Ferhenga Kurdistanî jî  pêşgotineke berfireh nivîsandiye û der barê Ferhenga Kurdistanî û danêrê wê Elî Ekber Kurdistanî de jî gelek agahî dane. Her wisa, di ferhengê ligel wergerandinê wî gelek peyv şîrovekirine û gelek agahiyên hêja lê zêde kirine.

Jan Dost, di pêşgotinê li ser sedema amadekirina Ferhenga Kurdistanî wiha dibêje: "Dema ku min jî dest avête vê ferhengê û şîroveyên peyvan ku bi Farisî bûn, wergerande zimanê Kurdî, zaravayê Kurmanciya jorîn, mebesta min ew bû ku ez jî ji alî xwe de û li gor karîna xwe, pirekê di navbera zaravayên zimanê Kurdî de ava bikim. Bi vî awayî, zimanê Kurdî dikare gavin zêdetir ber bi standarbûnê de biçe. Dikare bibe xwedan ferhengeke mezin ku peyvên Kurdî ji Kirmanşahê heta Kurdaxê û ji Bayezîdê heta Qamişlo û ji Sine heta Amedê di xwe de biguncîne. Ji bo ku peyvên Kurdî li ser zimanan bigerin, mirov hogirî wan bibe û ew bibin milkê her Kurdekî, her nivîskarekî, divê ferhengên wisa li bazarê werin dîtin. Ziman ji xweber pêşnakeve, û gencîneyên zimanan yên veşartî, wê her di bin axê de bênirx bimînin ku danekevin bazarê û ronahiyê nebînin."

Ji pêşgotina Jan Dost agahiyên der barê Ferhenga Elî Ekber Kurdistanî:
"... xwediyê wê kesekî Kurd bû û Kurdperwer bû jî. Mervantiya wî jî bi mîrekên Erdelanê re hebû (ew pismamê Mestûre ya navdar Mahşeref Xanim e "1805-1847" û malbata wî ji dema kalkê wî de di dîwanên Erdelaniyan de katib bûn) Lê ew bi xwe dibêje ku wî ferhenga xwe bi alîkarî û bi daxwaza Mu`temed Eldewle Ferhad mîrza nivîsiye. Ferhad mîrza jî ku apê ‏ahê خranê Nasireddînê Qacarî bû,  jixwe ne Kurd bû, û li ser destên wî mîrgeha Erdelaniyan ya ku nêzîkî heft sed salî li ser piyan mabû, têkçû û hate rûxandin û êdî desthilatdariya Kurdan li Kurdistana rojhilat di sala 1867an de bi yekcarî çû.

Ji vî alî de ev ferheng, yekemîn ferheng e ku Kurdek li ser bingeheke zanistî û pi‏tî xwesipartina ferhengên zimanên din diafirîne. Nûbihara biçûkan a Ehmedê Xanî (1651-1707), û Ehmediyeya ‏êx Marifê Nodehî (1752/53-1838), herdu jî du ferhengên Kurdî/Erebî bûn, lê bi helbestî hatibûn nivîsandin û navê ferhengê ji bo herduyan jî mezin e. Em dikarin vê ferhenga di nav destê xwe de wek yekemîn ferheng bihesibnînin ku Kurdan afirandiye. Heta ku agahiyên cuda bi dest me bikevin û vê nerîna me biguherin, em bêgav in vê yekê mîna rastiyê qebûl bikin.
Ev ferheng, di demeke zêde aloz û tevlihev de, û di nav atmosfereke siyasî ya kambax de ji Kurdên rojhilat re, hatiye nivîsîn. Di baweriya min de, pi‏tî ku hikumdariya Kurdên Erdelanî di sala 1867an de çû û êdî ri‏ma desthilatdariyê kete destê biyaniyan, hestên netewî li ba xelkê ji berê gurrtir bûn. Wan êdî bi çavên xwe dîtin ka çi hate serê binemala Erdelaniyan û çawa ew mîrnu‏îniya mezin herifî û hate xwarê. Elî Ekber Kurdistanî, ku karmendekî mezin bû di dewletê de, ev bûyer bi çavên xwe dît û bû ‏ahidê herifîna desthilatdariya Kurdan a sedê salan. Ev atmosfera aloz ji bo Kurdan, bû faktorê bingehîn ku E. E. Kurdistanî hewl bide bi qelema xwe, tarîxa milletê xwe vejîne, û zimanê herêma xwe biparêze. Guman nîne ku hestên netewî li dû vê yekê ne, çiku nivîskar bi xwe di pê‏gotina kitêba xwe Hedîqeê Nasirî de dibêje:

Min berî demekê du sê cild kitêbên kevn û nû yên cografiyayê xwendin û li wan nerî. Tevî ku nivîskarên wan kitêban hûrik hûrik li ser her mijarê rawestiyane, lê bi tu awayî nêzîkî mijara cografiya vê wilayeta Kurdistanê nebûne û behsa wê nekirine. Îcar hezkirina welat ku nî‏ana îmanê ez dehf dam ku ez kitêbekê derbarî tarîx û cografiya Kurdistanê binivîsim.

Ev ferhenga ku berî 140 salî hatiye nivîsandin, ji bo lêkolînerên zimanê Kurdî, ji bo Kurdnasan, zimanzanan û her kesê ku bixwaze ferhenga xwe ya Kurdî ferehtir bike, û dewlemendiya zimanê Kurdî nas bike, gelekî pêwist e. Ew ji bo xwendevan û nivîskar û wêjevanên dema me ya îro û her demê jî pêwist e. Ew dikarin tê de gelek peyvên Kurdî ên resen û lihevhatî bibînin û di berhemên xwe de bikar bînin. Herweha di rêya vê ferhengê re dikarin gelek agahî li ser zaravayê başûrê rojhilat û bi taybetî yê bajarê Sine û derdora wê, werbigrin. Ew dê bala xwe bidinê ku zimanê Kurdî bi rastî jî yek malbat e û çiqas herêm dûrî hev bin, û cografya sînoran deyne jî, lê ziman her yek dimîne..."

Digel Jan Dost, Mihemed Reûf Tewekkulî jî ji bo Ferhengê pêşgotinek nivîsandiye û ew jî der heqê ferhgê de gelek agahiyên sûdewer dide. Tewekkulî bi sernavê "Beşê mêjûyî di vê ferhengê de" van agahiyan dide:

"Daner 23 rûpel ji ferhengê, ji bo şîrovekirina kok û nijada gelê Kurd veqetandiye. Ew jî ketiye bin tesîra mêjûnûsên ne Kurd, û efsaneyên wan dubare kirine, weke efsaneyên ku dibêjin: Kurd ji tuxmê wan kesa ne ku ji kuştina bi destê Dehhak filitîne, yan: Kurd ji cinnan peyda bûne, yan jî Kurdan bi nijadê Erebî ve girêdidin. Hal ew e ku Kurd li gor belgeyan û lêkolînan, Mîdî (Medî) û ji nijadê Arî ne. Lê dema tarîx bi destê dijminên Kurdan û mêjûnûsên bargeh û padişahan tê nivîsandin, tiştekî asayî ye ku di piraniya wan nivîsan de bê însafî hebe."

Elî Ekber Kurdistanî kî ye?

Mihemed Reûf Tewekulî der barê danêrê Ferhengê Elî Ekber Kurdistanî de jî ev agahî dane:
"Navê wî Elî Ekber e, navdar e bi weqayi`nigar (serpêhatînivîs, mêjûnûs), leqeba wî Sadiqulmulk e, texellusa wî (Texellus nasnavê ku helbestvan ji xwe re hildibijêre û di dawiya helbesta xwe de tîne. J. Dost) Efser e.

Ew kurê Ebdullahê munşîbaşiyê (serekê nivîskarên dîwanê. J. Dost) ku texellusa wî Rewneq e, kurê Mihemed Axa ye. Ew yek ji wêjevan û helbestvan û nivîskarên serdema xwe tê jimartin, li gor gotina rehmetiyê Baba Merdox di kitêba Tarîx Meşahîrî Kurd (mêjûya navdarên Kurdan. J. Dost) de, rûpel 62 beşê duyemîn, Elî Ekber di 13 şewala 1317 koçî de (3-2-1900) çûye rehmetê. Ew ji binemala Qadiriyên Senendecê (Sine) ye û kurmamê Mahşeref Xanim (Mestûre) helbestvan û mêjûnûsa Kurd a mezin e "di sala 1264 koçî (1847/1848) çûye rehmetê". Ji bilî vê ferhengê, Elî Ekber kitêbek derbarê tarîx û coxrafiyaya Kurdistanê de nivîsiye, navê wê: Hedîqeê Nasiriye (Baxçeyê Nasirî. J. Dost) ku di sala 1364(1986)an ji hêla min (M.R.Tewkkulî) ve hatiye çapkirin, herweha, dîwaneke wî ya helbestan ku hîn çap nebûye heye, di destê birêz Mihemed Xerîqî de ye li Senendecê (Sine)."

Kunyeya Pirtûkê
"Ferhenga Kurdistanî!
Elî Ekber Kurdistanî (1900)
Wergera: Ji Farisî Jan Dost
256 Rûpel
Weşanên Nûbiharê 2010 Stenbol.

 

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

 

Parve Bike

Youtube Me

Bêrê ma eyro şin ZENGE

news

DOSYA: 53 helbestên li ser şer

news

Kurdên Anatoliya Navîn

news

2 rojan de kurdan 4 komeleyên kurdî vekirin; li Amerîkayê çend komele hene?

news

Mem Ararat, Arda Guler, Kom Muzîk, hiqûq û tiştên din...

news

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 09 06 2026

‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` hat îmzekirin

news
  • 21 05 2026

Pirtûka "Netewperwerî Di Helbestên Mele Mihemedê Palo De" hat îmzekirin

news
  • 13 05 2026

Di Pêşangeha Pirtûkên Kurdî de pirtûka "Pencereya Pêşîn" hat îmzekirin

news
  • 11 05 2026

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

news
  • 15 04 2026

Pirtûkek helbestan ‘Kokteylek Seba Ez û Hûn Wiha’ derket

news
  • 07 04 2026

Hîkayey 40 sere, 'Raywanîya Çekuyanê Mi' veciya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Stûnên Wêjeya Berxwedanê

  • Hogir Berbir
news

Rêwîngiyek bo wî warê dûr: Berev zaroktiyê

  • Omer Dilsoz
news

Miriyê Hêlikan

  • Dilşêr Bêwar
news

Çîrokên şikestî

  • H. Kovan Baqî
news

POPULARÎTE Û XWEBÛN

  • Çorê ARDA
news

Helbest

  • yeqîn h.
news

Heke Mem Ararat avekê li vî agirî neke, parêzer wê birçî bîminin

  • H. Kovan Baqî
news

Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê, hiqûq û tiştên din

  • Cemil Oguz
news

Bedena însên soleke teng e di lingê ûjdên de

  • H. Kovan Baqî
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Bakirhan: Em nizanin em ji ber çi tên sûcdarkirin

ad

Mebûsên DTP'ê çûn serdana Azadiya Welat

ad

Di Documentarist de ji 40 welatan 80 fîlm hene

ad

Gavek nû: Sirûda neteweyî bi 3 zimanan dê bê xwendin

ad

KNK'ê ji bo rojnameya Kurdistanê peyam belav kir

ad

Bê artêş û bê polîsan pûanek girt

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

27 weşanxaneyên kurdî li benda we ne

  • 07 06 2026
news

'Qeraxên Sîya Hêvîyên Har' a Azad Dilwar

  • 08 06 2026
news

Di nav gengeşiyê de tîma Îranê çû Kûpaya Cîhanê

  • 07 06 2026
news

KÛPAYA CÎHANÊ: DYA'yê golavêjê Iraqê girt bin çavan

  • 07 06 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname