Diyarname
Li Amedê ÇarÅŸiya Åžewitî ku li ser Balikçilarê ye gelek navdar û ji bo gelek klaman jî bûye mijar. Niha ji bo nûkirina çarÅŸiyê Åžaredariya Bajarê Mezin ketiye nav tevgerê. Åžaredar Baydemîr ji bo nûkirina çarÅŸiyê ji esnafan hevkarî xwest.
Åžaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr digel Seroka BDP'aAmedê Zubeyde Zumrut, Åžaredarê Sûrê Abdullah DemirbaÅŸ, Serokê BDP'a Sûrê Adnan Akgun, Åžêwirmendê serokê Têkiliyên bi Gel re ê Bajarê Mezin EÅŸref Guler çû serdana esnafên li Sûrîçiyê.
Baydemîr li ser Kolaan Gazî guh da esnafên wir, li cem sindoqa boyaxan rûniÅŸt û pêlavên hemwelatiyek boyax kir. Baydemir ji bo vê boyaxkirinê ji hemwelatî 10 TL girt, hemwelatî reaksiyona "çiqas boyaxek buha çêbû" nîÅŸan da, Baydemîr jî got: "Lê serok ev boyax kiriye" û ew 10 Tl da xwediyê boyaxçî.
Baydemîr li ber Ulucamî bi extiyaran re sohbet kir, ji bo wan got: "Hûn çinarên me yên mezin in. Her pêdiviya me bi ÅŸîret û diayên we heye". Åžaredar Baydemîr û heyeta pêre paÅŸê derbasî ÇarÅŸiya Åžewitî bû.
ÇarÅŸiya Åžewitî ku heta niha ji bo gelek klaman bûye mijar di sala 2013'yan de dê dest bi restorekirina wê bê kirin. Baydemîr li vir bi esnafan re sohbet kir, ji bo wan qala meseleya restorekirinê kir û ji wan alîkarî û hevkarî xwest.
Osman Baydemîr ku nêzî du saetan li wan deran ma, gel eleqeyeke mezin nîÅŸanî wî da.
Gel eleqeyeke mezin nîÅŸanî Baydemîr da.
Wekî boyaxçiyê dehan salan pêlav boyax kir.
Esnafek flamayek li ser "Amed Welatê Min e, DIYARBAKIR, Cihê bav û kalê me ye" nivîsî bû diyarî Baydemîr kir.