Diyarname
Baroya Amedê li ser Cizîra ku 9 rojan derketina kuçeyan li gelê wir hate qedexe kirin raporek amade kir û îro rapor eşkere kir.
Rapora Baroya Amedê îro hate eşkerekirin. Serokê Baroya Amedê Tahir Elçi, rêveberên baroyê, xizmên kesên li Cizêrê hatin kuştin diya Cemile Cagirca Emine Cagirca, mêrê Maşallah Edin Ahmet Edin, bavê Ozgur Taşkin Sadun Taşkin û bir^nidar Abdullah Ozcan beşdarî daxiyaniyê bûn.
Vaye ji raporê hin agahî:
- Li ser binpêkirina jiyan û gelek îhlalîn din hê jî xebata lêkolînkirin û berhevkirina delîlan nehatiye kirin; li mexdûr û şahidan nehatine guhdarîkirin.
- Li Cizîrê 15 kes bi çek bi giştî 20 sivîl hatine kuştin, 9 kes jî birîndar bûne.
Sivîlên hatine kuştin ev in:
1- Ozgur TAŞKIN (18)
2- Cemile ÇAGIRGA (Cizre) (10)
3- Bunyamin İRCİ (14)
4- Sait ÇAGDAVUL (19)
5- Mehmet Sait NAYCİ (16)
6- Osman ÇAGLI (18)
7- Zeynep TAŞKIN (18)
8- Maşallah EDİN (35)
9- Mehmet Emin LEVENT (26)
10- Mehmet ERDOGAN (70)
11- Suphi SARAK (40)
12- Bahattin SEVİNİK (52)
13- Eşref ERDİN (60)
14- Meryem SUNE (45)
15- Selman AGIR (10)
Yên ku ranekirine nexweşxaneyê ji ber nexweşî û sedemên din mirine:
1- Muhammed Tahir YARAMI (zarokekî 35 rojî)
2- Mehmet Emin AÇIK (41)
3- Mehmet Dikmen
4- Hacı Ata BORÇİN
5- Xêtban BULBU
- Her çiqas roja 27'e gelawêjê li navenda navçeyê bi çek êrîşê yekîneya leşkerî hatiye kirin, dûre hêzên ewlehiyê bersiv dane, di vê bûyerê de 2 memûr, 2 jî zarok bi giştî 4 sivîl mirine. Lê ne wê çaxê, roja 04.09.2015'an biryara derketina kuçeyan hatiye girtin. Heta wê rojê tu agahiyeke din der barê bûyerek çekdarî çêbûye yan na nehatiye girtin.
- Her çiqas li çar taxên Cizîrê kuçe bi barîkat an xendekan hatibin girtin jî biryara qedexeya derketina derve a ji bo hemû Cizîrê ku nifûsa wir 120 hezar e ne rast e, pêdivî bi tiştek wisa nîn bû û ev biryara qedexeya derketina kuçeyan ne li gor Zagona Bingehîn û zagonên din e.
- Di 8 rojên biryara qedexeya derketina kuçeyan hebû de bi taybetî li taxên wekî Nûr, Cudî, Sûr û Yafesê de elektrîk û av hatibû birîn, bi taybetî di rojên dawî de nebûna avê bûye sedema nexweşiyan ku vê yekê tenduristiya mirovan tehdîd dikir.
- Di dema qedexeya derketina kuçeyan de kargeh hemû girtî mane, loma jî li navçeyê xwarin, vexwarin, şîr, mameyê zarokan ku ev pêdiviyên sereke ne nehatine temînkirin, ji bilî yek du îstîsnayan nehiştine firin jî vebin û li navçeyê pêdiviya nan jî nehatiye çareserkirin. Di vê demê de dermanfiroş girtibûn, ne mimkûn bûye vê demê gel here cem dermanfiroşan dermanan bikire, yan here nexweşxaneyan.
- Her çiqas çiqas rakirina barîkatan û dagirtina xendekan wekî sedem nîşan dane, loma derketina kuçeyan qedexe kirine û pêre dest bi operasyonê kirine, gere bihata dîtin ku bi erebeyên zirxîn ên leşker û polîsan ketina kuçeyên bi deh hezaran kes lê dijîn dê jiyana kesên sivîl bikeve xetereyê û bibe sedema mirinan.
- Ji bo her derê Cizîrê ragihandina qedexeya derketina kuçeyan dijî xalên Zagona Bingehîn û dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê ye jî ku Tirkiye alî vê peymanê ye.