Diyarname
Pirtûka Prof. Abbas Valî bi navê "Kurdistan Cumhuriyeti / İran'da Kurt kimliginin oluşumu" (Komara Kurdistan / Li Îranê Durustbûna Nasnameya Kurdî) ji bo tirkî hate wergerandin û weşandin. Pirtûka ku ji aliyê Zeri İnanç ve ji bo tirkî hatiye wergerandin ji Weşanên Avestayê derket. Pirtûk Komara Kurdistanê ku di sala 1946'an de ji aliyê Qazî Mihemmed ve hatibû avakirin û di eynî salê de hilweşiyabû, analîz dike.
Abbas Vali di heman demê de beşdarî 29'emîn Fuara Kitêban a Stembolê a TUYAP'ê dibe û wê di panela bi sernavê “Nasnameya kurdî, demokrasî û otonomî” de axaftina xwe bike. Panela Valî 4'ê vê mehê saet navbera 18.15-19.15'an de li Salona Buyukada li dar dikeve.
Valî, berî konferansê dê li standa Avesta kitêbên xwe îmze bike.


