logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin
  2. Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve
  3. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  4. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
  5. 'Ew jina herî xweşik bû'
news-details

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

  • Dîrok: 18/09/2026
  • Beş: Berhem

Diyarname
Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv bi romaneke nû û taybet li pêş berî xwendevanên xwe ye; "Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû". Roman ji Weşanên Sar derket. Taybetiya vê romanê ew e ku nivîskar bixwe serlehengê vê romanê ye. Di romanê de mirov dikare dîroka Helîm Yûsiv bi xwe û parçeyek ji jiyana kurdên Rojava jî bibîne.

Kurdên Rojava bi qasî kurdên parçeyên din, belkî ji wan zêdetir zor û zehmetî dîtin. Ji biçûk heta mezinan hema her kes rastî vê tehdeyê, zor û zehmetî hatin û di nav rewşeke wisa de ber xwe dan. Yek ji wan jî nivîskar Helîm Yûsiv bi xwe bû. Helîm Yûsiv ku ev bi ser 30 salan re ye karê nivîskarî dike, vê carê berê xwe daye jiyana xwe; ew jiyana ku li Amûdê dest pê kiriye û li Almanyayê didome.

'EZ PALA XWE DIDIM SERPÊHATIYÊN XWE'
Yûsiv heta niha ji bo çîrokên xwe, romanên xwe gelek karakter afirandibûn, niha ew bi xwe serkarekterê romana xwe ye. Wî di romana xwe ya nû "Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû" de berê xwe daye jiyana xwe. Li ser vê yekê Yûsiv ji bo me wisa got, "Ev roman ne wekî hemû romanên heta niha min nîvisandine. Li şûna ez berê xwe bidim jiyana kesên din û bi hûrbînî wan di romana xwe de bi cih bikim, min pala xwe daye serpêhatiyên xwe û jiyana xwe ya nivîskariyê."

'SINDOQA XWE YA REŞ VEDIKIM'
Yûsiv ji bo me dibêje, "Ez sindoqa reş a jiyana xwe li ber xwendevanan vedikim" van lê zêde dike, "Yekem car e ez ê xwe nespêrim xeyal û fantaziyên xweşik ên afirandinê, ji wê bêhtir ez ê behsa xwe, malbata xwe, heval û dostên xwe û kulîsên nivîskariyê, bikim. Ez ê bi destê xwendevanên xwe bigrim û wan derbasî nav bûyerên jiyana xwe bikim. Jiyana min mîna malekê bû, ku derî û pencereyên wê şikestîbin û ji çar aliyan ve fîzefîze ba û bahozan rê nede xwediyê malê ku carekê tenê be jî ew bi dilekî rehet razê. Pêdivî bi bûyer û kesên xeyalî namîne, gava jiyan bi xwe ji xeyalê biwêdetir be."

'TEVNEK TAYBET E'
Nivîskar Helîm Yûsiv di dawiyê de wisa dibêje, "Hemû li ser jiyana Helîm Yûsiv e. Ne roman e sedî sed, her tişt wekî bîranîn e lê di kirasê romanê de ye. Tevnek taybet e di navbera bîranîn û romanê de ye, cara yekê ye ez tiştek wisa dinivîsim heta niha."

'DÎROKA NÊZ A SÛRIYEYÊ XUYA DIKE'
Akademîsyen Umran Aran ku edîtoriya romanê kiriye, romanê wisa dinixine, "Mirov dibîne ku Helîm Yûsivê mirov û Helîm Yûsivê nivîskar ji hev nayên veqetandin; nivîskariyê bi awayekî bihêz karîgerî li jiyana Yûsivî kiriye û bûyerajî vê jî rast e. Lewma mirov di vê berhemê de paşxane û binaxeyên berhemên din ên nivîskarî jî dibîne; ev ne tenê serpêhatiyên wî, serpêhatiyên berhemên wî ne jî. Helîm Yûsiv wekî mirovekî ji hin kêliyên nexweş ên jiyana xwe bi wêrekî nivîsîne ku ev yek otantîkbûneke taybetî dide berhemê."
Urman bi van gotinan nirxandina xwe temam dike, "Di nav biranînên nivîskar de diroka nêzîk a kurden Sûriyeyê jî xuya dike: qedexe, tirs, şer, rev, windabûn û hewildana ji nû ve destpêkirinê."

- Jîyan Herêmek Qedexekirî Bû / Helîm Yûsiv / Weşanên Sar / Roman / 2026 / 288 rûpel
 

Parve Bike

Youtube Me

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news

Festîvala Fîlman a Silêmanî didome #diyarname #deng #audiobook #recitimlmrekullueshemlkuranit #live

news
Berhem - Nivîsên Dawî
news
  • 13 10 2026

Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news
  • 12 10 2026

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

news
  • 06 10 2026

'Vateyê Verênanê Zazakî' veciya

news
  • 04 10 2026

'Destpêk û dîroka sînemaya kurdî' derket

news
  • 03 10 2026

'Antolojiya Helbestvanên Rûsî' bi kurdî derket

news
  • 02 10 2026

Ji Weşanên Lûvî du pirtûkên nû

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

'Meclîsa Çilan': Qedexeya derketina kuçeyan rakin

ad

Hemû pirtûkên Arjen Arî ji nû ve hatin çapkirin

ad

Mela Bextiyar ê YNK'yî piştgirî da şoreşa Rojava

ad

Li ser girtina TV û radyoya agahiyên nû

ad

Di roja Serjimariya Dinê de rewşa dayikên kurd çi ye?

ad

DEM Partî li ser zimanê kurdî daxuyanî da (bi kurmancî û kirmanckî)

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

  • 11 10 2026
news

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

  • 11 10 2026
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname