Sêrt
Li Sêrtê bi hefteyan e av nîn e. Ji ber vê yekê Şaredar Mervan Gul got: "Ez nikarim derkevim pêşberî gel"
DSÎ (Karên Avê yên Dewleta) ev demeke ku xeta ava Kezer saz dike lê her pirsgirêk derdikevin û sêrtî tî dimînin, di warê avê de pirsgirêka wan nayê çaresirkirin. Li ser vê yekê îro Şaredarê Sêrtê yê AKP7yî Mercan Gul hat serdana xebatên ji bo avê û got: "Ji ber avê êdî ez şerm dikim derkevim pêşberî gel. Divê DSÎ di zûtirîn demê de vê xetayê çareser bike."
Ji ANF'ê hatiye girtin


