BRUKSEL
Xebatkarên Roj TV ji bo protesto kirina doza girtinê ya ku li Danîmarkayê vebûyî, li ber deriyê Komîsyona Ewropa (KE) û Parlementoya Ewropayê (PE) çalekî pêkanîn.
Kedkarên Roj TV dan diyarkirin ku, heya 19’ê kewçêrê ku biryara dadgehê dê were aşkera kirin, dê çalekiyên wan heya wê demê berdewam bikin.
Îro li paytextê Brukselê li meydana Shuman ku avahiyên Yekîtiya Ewropayê lê hene kedkarên televîzyonê êrîşên li ser Roj TV yê protesto kirin.
xebatkarên Roj TV di çalekiyê de pankartên bi zimanê frensî “Roj TV Dengê Gelê Kurd e” vekirin û di stûyê wan de jî dovîzên ku li ser bi zimanê îngilîzî “Azadiya Çapemeniyê li ku derê ye?”, “Dengê gel nayê birîn”, “Roj TV dengê 40 mîlyonî ye”, “Ji bo Roj TV azadî” hatibûn nivîsandin daliqandin.
Çalekiya ku li ber deriyê Komîsyona Ewropayê li dar ket, pişt re ji bo dosyaya di derbarê doza girtina televîzyonê de bidin Parlementoya Ewropayê ji ber deriyê Komîsyonê veqetiyan û çûn ber deriyê Parlementoya Ewropayê.
Xebatkarên Roj TV’yê dosya dan rayedarên Parlementoya Ewropa û li ber deriyê avahiya Parlementoya Ewropayê çalakiya xwe berdewam kirin. Di çalekiya ku 30 deqîqan berdewam kir de, parlemenê Parlementoya Ewropayê yê Serokê Koma Dostên Kurdan Jurgen Klutte piştî ku bi xebatkarên Roj TV’yê hevdîtin pêkanî de daxuyaniyek da, da zanîn ku di hefteya pêşiya me de di civîna ku li Parlementoya Ewropayê çêbibe wê êrîşên li ser Roj TV’yê werin nîqaş kirin.
Her wiha Klutte daxuyakirin ku, wê di vê civînê de li ser navê Roj TV’yê kesek were vexwendin.