Ebdelah Şêxo
EZ XEWBîN IM DAYê
Di xew de
Ez çûme şûnwaran
Nalenalên evan dildaran
Ax û ofên evan yaran
Nedihat dengê şivankaran
Nedihat dengê evan dildaran
….
Di xew de, xew dihênije, dengê te kawiya peyvê telexewî dike. Dengê te yê sengîn, şitlên dilê me dixepîre; berxweş dike. Dengê te yê zîz, peyvên te yên kubar, fersengên di navbera hiş û dilê me de berteng dike. Di xew de, xemûrên sersar zora xewê dibin; xew dikeve keftelefta xewnerojkan de, lê dengê te her hişyar dimîne. Di xew de, xewn dikevin hev de, sînor xwe ji bîr dikin, û dengê te me dike başîmgirên sewdaseriyê. Di xew de, dengê te sînoran nas nake, welatan nas nake, navan nas nake, rengan nas nake. Di xew de, dengê te bengiyê axê ye; kaniya axê ye; zeryaya ahîn û axînan e. Di şevistana xewê de, şehbet û sawêr qayîşa sawgeriyê dikin, û dengê te li wir rawestiyaye, bestiyayî, qayîm, xweragir, serkêş û rakêş e. Li wir, dengê te li ser textê xewê ramediyaye. Ew li wir yezdanê yezdanan e. Di xew de, xew ji xewê vediciniqe. Dest û rûyê xwe dişo. Li xwe hay dibe. Haş dibe. Bi ser xwe ve tê. Xelmaş dibe. Radize. Xewnan dibîne. Û dengê te wan xewnan dipolîne, pişt re qidûmên wan dişkîne. Di xew de, di bin sîwana sermestkariya dengê de, peyv bi cizbê dikeve, û em li kûrewarên dola bûneweriya xwe de, xayîz dibin. Di xew de hemû xewn radikevin. Radizin. Dimirin. Dibin mirdar. Dipiçikin. Namînin. Lê dengê te, her vejiyayî dimîne.
ZINDANA MALMîRAT
Heps û zinadan kûr û tarî, xewa min nayê
Û ez ji eşq û evîna gulê, ketime belayê
Gula min vebû, bêhn dabû li ser çiyayê
Min got: gulê, tu were vir
Got: ez bê wext nayêm
Gula min kesk û sor heyran, gula min geş e
Gula min bi xelkê tal e, bi min pir xewş e
Dunya li ser me ron heyran, wextê me reş
Dest ji gulê bernadim ku xwîn bimeşe
Di zindanê de, dengê te verestinê fêrî zindanê dike. Dîwarên zindanê dikevin zikê hev de. Rûyê zindanê sor dibe; ji xwe şerm dike. Di zindanê de, keservedanên te, xelmaşiyê ji bîra xewê dibin, xew basko dibe, dimiçiqe. Di zindanê de, dengê te gula te ya çarçavî bêhnhar dike; kaniyên gulavê di kakilê wî de diteqîne. Di zindanê de, korerê hiltên. Çiya ber bi te ve dibezin, û bejnên xwe li ber bejnaferiya te diçemînin. Di zindanê de, bedwazên mûdî, sermestiya dengê te, azmûn dikin, û bêbextî te ji bextê dixîne. Di zindanê de, dîwarên zindana te, dîwarên ramîna me diseyînin, û dengê te, bûneweriya me hişdar dike.
XWEDA!!!
Xweda hafiz xak û welat
Gerdena te aza welat
Gerdena min tu azad bike
Dinya merg û mirina welat
Dilperîşan im, feqîr û jar im, bê kes û kar im
Min ho neviya, bes wisa hat
Tu li min negire, xak û welat!!
Li keviya rêya jana me, xwedayekî bîna î kor rawestiyaye. Gazî wî neke: çimkî ew bi korahiya xwe ve mijûl e.
GEWRIKA MINÊ!!!
Carekê min ji xwe re dît gewrek, çavên wê reş î belek
Xwe berda nav dilê min, min ji wê hez kirî gelek
Ay gewrê, ay gewrê; gewra min
Di kakilê dengê te de, evînî û xweza dikevin kirasê hev de. Sermistan seqemdar dibe. Qiçîna havînê dikele. Pelên darê xwe noqî deryaya payîzê dikin û çerxa felekê li ser serê biharê digere.