Diyarname
Kovara xezan a bi kurdî Zrîng bi hejmara xwe ya 5'an li pêÅŸberî xwendevanên xwe ye. Kovarê vê hejmarê xêza "The Phantom" derxistiye bergê. "The Phantom" ku di 17'ê reÅŸemiya 1936'an de ji aliyê Lee Falk ve ji bo rojnameyê wekî strîpî amade kiribe û ji wê rojê de ji vê gelek fîlm hatibû kiÅŸandin. Kovarê niha ew bir ser Nemrûdê û jê berga kovarê derxist.
Zrîng bi kurmancî û kirmanckî wekî du kovarên cuda mehê carek derdikeve. Di hejmara xwe ya nû de dîsa gelek xêz û çîrokên cuda hene. Ji xêzkaran Erceren di xêza xwe de meseleya Franz Kafka li kurdan aniye. Kafka ku cihû bû û loma jê nedihat hez kirin, pêre jî rastî pirsa "Tu cihû yî?" dihat, ji bo kurdan xêz kiriye û pirsa "Tu kurd î?" kiriye. Bi vê yekê bal kiÅŸandiye ser helwestên xirab ên li ser kurdan.
Dogan Guzel "Qirix", "EÅŸref Mumcu "TirÅŸik", Îmam Cîcî "Zarokên Nemrûd", Enden Ozkahraman "Kefaret" xêzkiriye.
Kovar li Tirkiyeyê li bayiyên rojnameyan dikare bê peydakirin. Her wiha li Alman,a Swîsre, Parîs û Londonê jî tê belavkirin.