Diyarname
Malpera nivîskarê me Jan Dost bi diruşma 'Ber bi azoyekî azad ve' dest bi weşana xwe kir.
Di malpera Dost de beşên wekî roman, werger, gotar, rexne, hevpeyvîn, kurtejiyan, lêkolîn û wêne hene.
Di malperê de niha û ji niha û pêde hevpeyvîn, gotar, rexne û nûçeyên ku li ser Jan Dost bêne weşandin, her wiha nivîsên wî yên ku dê di cihên din bêne weşandin de jî dê cih bigirin.
Di malperê de gotina Helîm Yûsiv a bi rengê, "Her ku pirtûkeke nû çap dikir pê re jî xewneke nû dihat baskokirin. Dilê xwe ji evînên têkçûyî dadiweşand.
Em man li Helebê, her şevekê Jan Dost mîna pîrêpîrê tevna çîrokeke nû dirist û nîro çavên me li hev digeriyan. Pirtûkên nû, nûçeyên nû, nivîsên nû me li hev digerandin. Danûstendinên li ser navên mezin rê li ber pevçûnên biçûk vedikirin..." jî cih girtiye.
Ji bo kesên eleqedar: www.jandost.com


