Diyarname
Heyeta DTP'ê ku gihîşt Başûr. Heyet berî ku dest bi hevdîtinan bikin li Keleha Hewlêrê geriya.
Heyeta DTP'ê ya ku hevserokên partiyê Ahmet Turk û Emîne Ayna, mebûsa DTP'ê ya Stenbolê Sabahat Tuncel, mebûsê Sêrtê Osman Ozçelîk û endamê PM'ya DTP'ê Abdullah Demîrbaş pêk tê ji bo hin hevdîtinan pêk bîne çû Başûr.
Heyet pêşî çû Keleha Heqlêrê geriya. Heyet sibê dê biçe gundê Barzan serdana gora Mele Mistefa Barzanî û dûre jî li Selahedînê bi Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesut Barzanî re hevdîtineke pêk bîne.