Diyarname
Di Koma C de maçên sêyemîn hatin lîstin û tîmên derketin diyar bûn. Di vê komê de Avustralya û Perû lîstin û Perûyê bi 2-0 maç bi dest xist. Ev encam ne bi kêrî Perû ne jî bi kêrî Avustralya hat ji ber ku maça din muhîmtir bû.
Di maça din de jî Danîmarka û Fransa 0-0 man. Ev yek bi kêrî herduyan hat û her du bi vê encamê wekî xwişk û bira derbasî nav Dora 16'an hatin. Fransa bi 7 pûanan wekî yekemînê komê, Danîmarka jî bi 5 pûanan wekî duyemîn ji komê derketin.
Bi vê encamê duyemînê komê Danîmarka bû reqîbê yekemînê Koma D (ku Hirvatistan e) û Fransa jî dê bibe reqîbê duyemînê Koma D ku ev dê piştî lîstina maçan diyar bibe.
Arjantîn ji sekeratê vegeriya
Arjantîn dê bi ser biketa yan vegeriya mala xwe? Nîjerya, Îzlanda û Arjantîn ji van dê kîjan tîm bi ser biketa û ji komê derketa? Berî maçên Koma D dest pê bikin Hirvatistan bi 6 pûanan ji komê derketibû û her sê tîmên din li ser pirê siratê bûn. Arjantîn û Îzlanda bi yek pûanê, Nîjerya bi 3 pûanan bû.
Her çar tîman jî xweş dilîstin: Hirvatistanê bi 2-1 îzlandayê têk bir û her kesî berê xwe da maça Arjantîn û Nîjeryayê. Arjantîn di deqîqeya 14'an de bi gola Messi derket pêş û nîveka yekemîn bi 1-0'ê bi dawî bû.
Her du tîm jî ji bo serketinê dest bi nîveka duyemîn kirin, lê di deqîqeya 51'ê de Nîjeryayê penaltî bi dest xist û Moses encam anî 1-1'ê. Deqe wisa dom dikirin, ev yek bi kêrî Nîjeryayê dihat lê gotina dawî Marcos Rojo di deqîqeya 86'an got: 2-1. Bi vê encamê Arjantînê pûanên xwe derxist 4'an û wekî duyemînê komê derbasî Dora 16'an bû.
Di Dora 16'an de ji vê komê Hirvatistan bû reqîbê duyemînê Koma C Danîmarka û Arjantîn jî bû reqîbê yekemînê Koma C Fransayê.


