Diyarname
Fanzîna li ser fotografiyê weşana xwe didomîne bi hejmara xwe ya nû derket. Fanzîna "Flashhilat" di hejmara xwe ya 11'an de rengîn derket û êdî dê rengîn derê.
Di vê hejmara 11'an a meha berfanbarê hat weşandin de Pinar Yildiz bi "Çarçoveyên Dîwarên Bêdeng" li ser fotografekî Şêx Seîd nivîsa xwe pêşkêş kiriye.
Ayetullah Badikî behsa hîkayeta "Dara Melhesen" a li Mûşê; Aynur Çile bi "Pistepista Şevê" qala kêliyeke fotografekî dike.
Ferhadê Mihemed bi "Darhespê Min" fotografekî ji zarokatiya xwe raber dike; Adar Cayş bi fotografekî ji Sîlopî çend risteyan di "Şewqa Xwezayê" de dicivîne.
Meki Akdag bi gotinên dijî payîzê û bi bibîranîna generalê wê dide zanîn ku ew demsal "Demsala Derewan" e,
Fanzînê di vê hejmarê de bi Moises Saman re kurtehevpeyvînek kiriye. Fotografên Moises Saman ên ser koçberîya kurdên Sûrîyê meha borî di Kovara TIME de derketibûn û yek ji wan bûbû fotografê bergê. Berzê, bi fotografekî li Oksfordê hatiye girtin, balê dikişîne ser fotografê Moises Saman û koçberiyê.
Di berga paşî ya Flashhilatê de bi navê "Şirîkên Avê" fotografekî Rêbîn Ozmen heye.
Ji bo têkilî û xwestinê:
flashhilat@gmail.com