Diyarname
Kovara bi navê "Kurt Tarihi" ku li Tirkiyeyê ji aliyê hin kurdan ve bi tirkî tê weşandin hejmara xwe ya sêyemîn (kewçêr-sermawez) derxist. Kovara ku bi diruşma "Kurd bi dîrokê re, dîrok bi kurdan re tê ba hev" weşana xwe didomîne di her hejmara xwe de nivîsên li ser dîroka kurdan diweşîne.
Kovarê di vê hejmara xwe de dosyayeke li ser rojavaya Kurdistanê amade kiriye. Di dosyaya ku di bin sernavê "Kurdistana Sûriyê: Ji Binxetê Heta Rojava" hatiye weşandin de, Mesut Yegen bi Seda Altug re li ser kurdên Sûriyê hevpeyvînek kiriye. Vecdi Demir nivîsa li ser dîroka Xanedanê Kurdan Canbûmadan nivîsiye. Sever Işik jî meseleya "Îbrahîm Xelîl Sogukoglu û Tevgera Murîdan" girtiye dest. Her wiha Mehmet Bayrak "Kurdên Çiyayê Kurdan û Mutalebata 1922'yan", Jordi Tejel (Funda Tatar wergerandiye tirkî) li ser serhildana Sûriyê û Kurdan nivîsiye.
Di kovarê de ji bilî dosyayên hin nivîsên din ên li ser dîroka kurdan cih digirin. Yek ji wan nivîsan, nivîsa Candan Badem û Rohat Alakom e ku li ser çîroka Ferik Polatbekov (1897 - 1918) e. Nivîsa ku bi sernavê "Çîroka Kurdekî ji Qersê ji Dîgorê Heta Sîbîryayê" hatiye weşandin çîroka wî ya balkêş pêşkêş kiriye: "...Bolşevîkekî ji Qersê Ferik Polatbekov e. Di belgeyên rusan de Pelotbekov wekî Fyodor Litkîn derbas dibe; ew hê di 21 saliya xwe de li Sîbîryayê bûye Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî ya Sovyetê û di hikumeta Sovyetê de bûye wezîr. Di sala 1918'an, di êrîşa dij-şoreşê ya Artêşa Spî û Çekoslovakyayê (ya kevn) de hatiye kuştin. Ew, helbestvanekî şoreşger û bi coş, rojnameger û siyasetmedar bû."
Nivîskar Sezer Bilir û Alîşan Akpinar jî li ser "Avabûna Eyaleta Kurdistanê" nivîsandiye. Nivîs balê dikişîna nivîsa (14.12.1847) li rojnameya "Takvîm-î Vekayî" ku yekemîn rojnameya tirkan e. Rojnameyê wê demê wisa nivîsî bû: "Li ser pêdiviyê minasib hatiye dîtin ku Eyaleta Diyarbekir, Wan, Mûşê, û sencexa Culemêrgê; qezayên Cizîr, Botan û Mêrdînê hemûyan bikin yek. wekî eyaletek bê hesibandin û navê Kurdistan li vê eyaletê bê kirin."
Wekî nota dawî: Kovara "Kurt Tarîhî" ya bi tirkî ku bi 10 TL'yan tê firotin, li gor agahiyên ku gihîştin ber destê me hejmara 2'yan ji a 1'an zêdetir hatiye firotin. Bi gotineke din xwendevanên wê zêde bûne.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.


