Diyarname
Navenda wê li Samsata Semsûrê di asta 5.1 de erdehejeke pêk hat û gel tirsiya.
Li gor agahiyên Rasatxaneya Kandili piştî erdheja bi 5.1'ê didu jî dûvik erdhej pêk hatin. Di erdhejê de tiştek bi mirovan nehat lê zerarên biçûk ên madî derket holê.
Erdheja ku vê serê sibê di saet 5.20'an de pêk hat li Rihayê jî hat hîskirin. Li Rihayê bi hatina dûvik erdhejan re gel ji malan reviyan derve.