logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Xêz
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?
  2. Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’
  3. Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya
  4. Li Hambûrgê lîstikên 'Melankolî' û 'Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din' li Festîvala Şanoyê ne
news-details

Xeletiya determînîzma romana ‘Hefsar’ a Hesenê Metê

Romana dawî ya Hesenê Metê, “Hefsar” par Weşanxaneya Peywendê weşandibû. Roman 94 rûpel in, ji du beşan pêk tê: Di bêşa

  • Dîrok: 24/07/2019
  • Beş: Serbest

Welat Ramînazad

 

Romana dawî ya Hesenê Metê, “Hefsar” par Weşanxaneya Peywendê weşandibû. Roman 94 rûpel in, ji du beşan pêk tê: Di bêşa yekem de behsa xerabûna dêrûniya qerheramanê sereke Germîyanî dibe, di ya duyem de jî sedemên wê xerabûyînê tên vegotin.

Pirsgireka qehramanê romana Hefsar çi ye? Ji bo çi dêrûnîya Germîyan têk çûye? Germîyan zarokê malbateke koçer e. Li zozanan, di nava xwezayê de mezin bûye. Germîyan bengîyê zozanan û xwezayê ye. Ji ber qedexekirina zozanan Germîyan û malbata wî edî nikarin biçin zozanan. Germîyan bê zozanan nikare bijî. Gelek caran qet guh nade qedexeyan, diçe zozanan. Lewra Germiyan dixtor e.  Lê ew bi alîkarîya şerwanan tê tawanbarkirin. Gelek caran jî ji bo ku neçe zozanan gefan li wî dixwin. Di dawiya dawî de çend kesên nenas diavêjin ser mala wî, jin û zarokê wî yê pênc salî dikujin; ew jî bi birîndarî xelas dibe. Li dû kuştina malbata wî, dev ji her tiştî berdide, direve diçe Ewropayê. Lê li Ewropayê jî nikare jiyaneke nû ava bike. Sedemên xerabûna derûniya Germîyan ev in.

Germiyan di dawiyê de xwe dikuje. Çima? Ji ber ku derûniya wî xera bûye. Ji ber çi derûniya wî xera dibe? Ji ber ku nikare biçe zozanên xwe, li wir bijî. Lê ji ber çi nikare biçe zozanên xwe? Ji ber ku hatiye qedexekirin. Di qedexekirinê de kî sûcdar e? Cewaba romanê ev e: Xwedê û qeder. Nûser, Xwedê û qederê dide tawanbarkirin. Germîyan ji bo ku jiyana wî wisa bûyê, bi Xwedê û qederê re gelekî şer dike. Gazindên xwe li Xwedê û qederê dike. Qeder sûcdar e; loma jî li ber qederê îsyan dike. 

Determînîzm bi kurtasî di têkîlîya sedem û encamê de, encama sedeman e. Ne ji ber Xwedê û qederê, ji ber ku welatê wî hatiye dagirkirin Germiyan li welatê xwe azad nîn e, nikare biçe zozanên welatê xwe. Ku welatê wî nehatibûya dagirkirin, wî yê jî bi hêsanî karibûya biçe zozanên xwe. Di romanê de sazkirina determînîzma xelet ev e. Sedemên encama jiyanî wî ne qeder e; bindestî û dagirbûyîna welatê wî ne. Lê nûser dagirbûna welatê wî nabîne, wê problematîze nake û lê nakole.  Ango Hesenê Metê, berhema xwe li serê determînîzmeke xelet ava kiriye.

Gelo çima Hesenê Metê romana xwe li ser determînîzma xelet ava kiriye? Sedemên wê ev in: 

1-  Ji ber tirsa dagirkeran nikare heqiqatê bibêje; lê Hesenê Metê li Ewropayê dijî. Pirsgireka wî ev nîn e.

2-  Ma qey haya wî ji rewşa welatê wî tune ye? Heye. Dizanê welatê wî hatiye dagirkirin. Ji ber ku welatê wî hatiye dagirkirin ji welatê xwe koçber bûye. Ku ne ev her du sedem bin, wê çaxê Hesenê Metê ji ber çi xeletiyeke wisa kiriye? Ez ê şîroveyeke zêdehed bikim: Hêmaya qetandina însanan ji xwezayê, pirsgirêkeke gerdûnî ye. Bi qetandina Germîyan ji xwezayê, dibe ku nûserî xwestibe berhema xwe gerdûnîze bike û di hurgîliyên lokal de vê pirsgirekê nîşanî me bide.

Determîzmeke xelet hem di karakterê sereke de, hem di sosyolojiya nava romanê de heye. Her çiqas malbata Germiyan koçer be jî kurê xwe dide xwendin, wî dike dixtor. Germiyan gava dixtoriyê tercih dike, jixwe qebûl dike ku ew ê ji xwezayê biqete. Ango heger çûyîna zozanan nehatibûya qedexekirin jî Germîyan wekî berê nedikaribû biçe zozanan. Û tew Germîyan ew qas ji xwezayê hez dike ku mektebê naxwîne. Gelo di xwendina Germîyan de nakokiyek tune ye? Wekî din, gelo li Kurdistanê kîjan dixtorê kurd heye ku ji ber neçûna zozanên xwe dêrûniya wî têk çûye? Gelo kesî tiştekî wisa bihîstiye yan dîtiye? Dev ji dixtoran berdin, min heta niha nedîtiye û nebihîstiye ku kurdekî emrê wî ji pêncî saliyê berjêrtir, ji ber ku nikare biçe zozanan û gundê xwe, derûniya wî xera bûye. Ma qey haya nûser ji dêrûniya bindestan tune ye… Bindest dixwazin ji welatê xwe birevin. Di binhişê bindestan de axa welatê wan tiştê herî bêqîmet e. Ku ne wisa bûya piraniya rewşenbîr, nûser û entelektûelên bîndestan ne li bajar û metropolên dagirkeran; wê li bajarên welatê xwe bûna. Bindest ji her tiştê xwe şerm û nefret dikin. Wekî ax, ziman, kultur, netewe...

Dibe ku Germîyan bûbe dixtor û dîsa jî ji zozan û xwezayê hez kiribe. Di rewşeke wisa de derfetên wî hene ku bi malbata xwe ve jiyaneke din tercih bike û bijî. Ji ber çi jiyaneke din tercîh nake? Ji ber ku ji zozanên xwe pir hez dike. Cihê ku li mirov tê de bijî ger ne azad be, gengaz e ku mirov ji wî cihî hez bike? Ma qey mimkûn e ku girtî ji girtîgehê hez bikin? Li vir nakokiyeke din a romanê kifş dibe. Di qehremanê romanê de hişmendiya bindestiyê jî tune ye.  Şervan şer dikin. Lê şervan ji bo çi şer dikin, nûser bi qehremanê xwe nade pirsîn.

Germîyanî karibû ji ber kurdbûna xwe Xwedê û qederê sûcdar bike lê ji ber encama jiyana xwe nikare heman tiştî bike. Çimkî dawiya jiyana Germiyanî ne encama qederê bû. Gelo di navbera qeder û encamê de çi ferq heye? Kurdbûn ne encama tercih û biryaran e. Qeder çi ye? Tiştê ku subje nikare li ser biryarê bide yan jî tercîh bike, qeder e. Hatina dinyayê qeder e, ji ber ku bi qerar û tercihên subjeyan nîn e. Lê di çûyîna ji dinyayê de subje dikare biryara xwe bide û tercihê bike.

Navê romanê ‘Hefsar’ jî vê yekê sembolîze dike. Peyva hefsarê tê wateyê qontrolkirinê. Hefsar  hêmaya kolebûn û bindestiyê ye. Tişt û kesê ku bê hefsarkirin êdî bêîrade ye. Hefsarê me kurdan çi ye? Bindestbûna me ye. Ji ber bindestbûna xwe em nikarin ji bo xwe tercihan bikin û qeraran bidin. Qetandina hefsaran jî azadbûn e.

Germiyan ji bo qetandina hefsarê xwe întihar dike gelo? Na!.. Ji bo bindestekî xwekuştin ne qetandina hefsarê xwe ye;  ji ber rastiya xwe ye. Germîyan bi kuştinê nikare hefsarê xwe biqetîne û nîrê xwe bişkîne. Encax dikare bi azadbûna welatê xwe zora hefsarê xwe bibe. Lê nûsêr li ser hêmaya hefsar jî kûr nêbûye. 

Di romanê de tiştê ku bi min re xweş hat, taswîr û tehlîlkirina zozanan bû. Nivîskar wisa kiriye ku xwîner bixwaze here li zozanan bijî. Bi ya min, di bin xweşkirina zozanan de nûser bersiva fanteziyeke însanê modern ê bajarî daye. "Ez ê dev ji her tiştî berdim, biçim li gundekî, di nav xwezayê de bijîm…" Gotinên bi vî rengî em pir dibihîzin. Reşkirina jiyana bajaran û xweşkirina xwezayê....  Însanê modern ê bajarî ji bajaran zehf aciz bûye, fantezîyên vegera xwezayê dike... 

Lê ku di romanê de determînîzm rast bihata sazkirin, wê romaneke çawa derketiba? Teqez wê romaneke antî-kolanyal hatibûya nivîsîn.
mjw4@outlook.com

 

 


**

  
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: 
http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne. 
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:

Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455
WhatsApp: 0533 474 2551

info@davetiyeonline.net 

 

Parve Bike

Youtube Me

Ji "BIKENIN, Dinya pûç û va ye" hin pêkenok

news

Helîm Yûsiv: Ji bo Ehmedê Huseynî

news

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news

Çend kedkarên kurdî ku ji 30 salan zêdetir e kedê didin kurdî

news

Kedkarekî kurdî: Îhsan Colemêrgî

news

Fîlmên Kurdî

news

Rûpelek ji Geliyê Zîlanê; 'Dîwarê Me Jî Hilweşandin'

news

‘Şerê Meşrûiyetê’ û ‘Bindest Dikarin Biaxivin?’ derketin #podcast #newsong #deng #booktok

news

Rojên dawî yên dengbêj Karapêtê Xaço

news

Li Çemçemalê xelat dan Hunermendên Rojava #podcast #deng #diyarname#nivîs #fire #automobile #xwendin

news

Hogir Berbir: Di govenda nedîtbar de bextê nivîsandî û vîna azad!

news

H. Kovan Baqî: Wekî bombeyek ji balafira hebûnê hatibim avêtin

news

Deham Ebdilfettah: Zilamek û Zimanek

news

diyarname podcast,Pirtûkeke nû '4 Bajar û 45 çîrok' derket #diyarname #deng #fire #podcast

news

Omer Dilsoz: Di kişika zilhêzan de para kurdan çi ye?

news

Newroza Şima Pîroz bo/ Newroza we pîroz be

news

Newroz

news

Hogir Berbir: 4 hunermendên ku di tarîtiyê de dengê Ronahiyê bilind dikin

news

Hogir Berbir: Di Destana Newala Paxir Madenê de Şerê Hêz û Nasnameyê

news

Cemil Oguz: Mebûsên DEM, AKP, CHP ên Amedê çend peyamên bi kurdî belav kirin?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 12 05 2026

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

news
  • 09 05 2026

Rojên Pirtûkan û pirsa min

news
  • 08 05 2026

'Ferhenga Derûnnasiyê' a kî ye, kî diziye, Avesta wê çi bike?

news
  • 08 05 2026

Bersiva Tometbariya (Meseleya Ferhenga Derûnnasiyê)

news
  • 05 05 2026

‘Li Hewşa Bêriyan’ evîn

news
  • 04 05 2026

Berhema nû ya Banksy dixwaze çi bêje?

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Ewrên Serhişk

  • Dilşêr Bêwar
news

Amedspor, kurd, futbol û tiştên din

  • Omer Dilsoz
news

Destana Mîrê Kela Aşîta û Mîregên Koran

  • Hogir Berbir
news

Li Cizîrê erezyona zimên

  • Zekî OZMEN
news

Çavdêrî

  • Dilşêr Bêwar
news

Ji bo Ehmedê Huseynî

  • Helîm YÛSIV
news

Ziman bi tirkî, nav bi kurdî; qilopiloyên kurdan

  • Cemil Oguz
news

Ez li sikakên qermiçî direviyam

  • H. Kovan Baqî
news

Taldeyek Bi Sî

  • Kadir Stêra
news

Di klama Hemdîn û Şemdîn de tevna xayîntî, tolhildan û heqiyê

  • Hogir Berbir
news

Pelekî Mizawir

  • Mesûd Qeya
news

Kerbelaya ve-gotinê

  • H. Kovan Baqî
news

Nifşê ‘palê pûşî’

  • Omer Dilsoz
news

Newroza li Bonnê yan a Frankfurtê?

  • Zekî OZMEN
news

Kîlotê Mor

  • Dilşêr Bêwar
Ev jî hene
ad

Festîvala Dihê-Çiravê li dar dikeve

ad

We salnameya Nûbiharê dît?

ad

Xelata Kedê didin nivîskar Helîm Yûsiv

ad

Biryar hat girtin: Şaredariya Amedê atolyeyên wergerê dê saz bike

ad

Chomsky: Divê kurdî bibe zimanê fermî

ad

Berendame AKP'ê yê Sêrtê bi şaredartî nizane

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Şaredarî konsera hunermend Xecê û Karadenîz çima betal kir?

  • 11 05 2026
news

Nirxandina li ser pirtûka Dilovan Alî ‘Bîranînên Li Pişt Têlên Sînor’

  • 12 05 2026
news

Bi awayo hîrakerde, Ferhengê zazakî-tirkî veciya

  • 11 05 2026
news

Li Hambûrgê lîstikên 'Melankolî' û 'Mirina Jeanne d'Arcê Ya Din' li Festîvala Şanoyê ne

  • 11 05 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Aynur Aras
  • Aytenxan
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Mîrza Ronî
  • Nûdem Hezex
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Portreya Mehê
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Foto-Nûçe
    • Foto-Nûçe
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî

Copyright © 2005-2026 Diyarname