Diyarname
Li Nîjeryayê kesekî bi navê Celestine Egbunuche li eyaleta Imo ji ber nelihevkirina erd kesek dabû kuştin. Li ser vê yekê Egbunuche hat girtin û di sala 2014'an de ji ber vê bi cezayê îdamê hat cezakirin. Ev çar sal in ew ligel kurê xwe Paul Egbunuche ku ew jî bi heman cezayê hatiye cezakirin. Egbunuche ê 41 salî dibêje bavê wî her li mehkûmên der û dorê dipirse ku ew kî ne.
Niha ji bo Celestine Egbunuche neyê îdamkirin kampanyaya efûkirinê dane dest pê kirin.
Celestine Egbunuche ev 18 sal in li Girtîgeha Enugu ku li başûrêrojhilatê welat e girtî ye. Kurê wî Egbunuche dibêji bo bavê wî bê berdan girtî jî alîkariya wî dikin.
Celestine Egbunuche 4'ê meha gelawêjê ket 100 saliya xwe. Rojnameyeke herêmî ev rojbûna wî kir nûçe û bi vê yekê hem dema dirêj a li girtîgehê, hem jî meseleya îdamê ket rojeva welat.
Li Nîjeryayê bi ser 2 hezarî re kesên li benda îdamê ne hene. Herî dawî di sala 2016'an de keseki hatibû îdamkirin. Li gor daneyên Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) di navbera salên 2007-2017'an de 7 kes hatine îdamkirin. Li Nîjeryayê ji ber îxaneta li welat, revandina mirovan û şêlandina bi çek kes têne îdamkirin.
Parêzer Pamela Okoroigwe di bin banê LEDAP (saziya alîkariya hiqûqî ji bo girtiyan) dibêje: "Waliyên eyaletê ne biryara înfazê didin ne jî efûyê derdixin. Ji ber vê yekê gelek girtiyên li benda efûyê ne hene. Gelek ji wan pereyên wan tune ku parêzerek ji bo xwe terxan bikin. Ma we dîtiye qet dewlemendek hebe ku li benda îdamê be? Dewlemend parêzerên baş digirin û tên berdan."
Niha piştî kampanyayê li benda biryara waliyê ne ku biryarek bide.
Ji BBC Tirkî hatiye girtin