Li welatên misilman "li hemberî jinan miameleya xirab tê kirin'. Ji deh welatên ku vê yekê dikin yek jî Tirkiye ye.
Li yek ji rojnameyên mezin ên Pakistanê The News bi sernavê "Li Cîhana Misilmanan Jin" gotareke weşand û îdîaya "Li welatên misilman li hemberî jinan miameleya baş nîn e" pêşkêş kir.
Gotara ku bi şanenava Dr. Farrukh Salem hatiye weşandin li ser rapora GGG (Hevkêşeya Global a di navbera Cinsiyetan de) sekiniye û gotiye; "Di nav 10 welatên ku miameleyên xirab li jinê dikin de Pakistan û Tirkiye jî hene."
Di nav roparo GGG'ê de 128 welat hene û 10 welatên ku heqaretê li jinê dikinj î ev in: Yemen, Çad, Pakistan, Nepal, Erebistana Siûdî, Benin, Fas, Tirkiye, Misir û Umman. Di gotarê de hatiye gotin ku ji van 10 welatan 9 jê misilman in.
Her wiha hatiye gotin ku di nav 10 welatên ku li hemberî jinan bi xweşbînî tevdigerin de welatên misilman nîn in. Dr. Salem ji aliyê beşdariya jinan a aboriyê de jî gotiye ku welatên herî xirab Yemen, Erebistana Siûdî, Pakistan, Umman û Bahreyn tên.
Ji Milliyetê hatiye girtin