logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Nameya wêjevanên kurd ji bo Berpirsê YE'yê Jan Figel

Bi organîzeya Enstîtuya Kurdî ya Bruksel û Het Beschrijf, di bin otorîteya Wezîrê Candê yê Flanderen Bert Anciaux de, ni

  • Dîrok: 20/04/2008
  • Beş: Serbest

 

Diyarname
Bi organîzeya Enstîtuya Kurdî ya Bruksel û Het Beschrijf, di bin otorîteya Wezîrê Candê yê Flanderen Bert Anciaux de, nivîskar-wêjevanên kurd nameye ji Berpirsê Yekîtiya Ewropayê (YE) ê Karûbarên Çandê Jan Figel re şandin.
Wêjevanên kurd di 18-19'ê mehê de li Brukselê di bin navê "Lênêrîneke li wêjeya kurdî" hatin cem hev û ev name amade kirin, pêşkêşî wezîrê YE'yê kirin.
Em nameyên wêjevanên kurd pêşkêşî we dikin:

 ***

Birêz Jan Figel
Berpirsê Yeketiya Ewropayî bo karûbarên çandê
(European Commissioner responsible for culture)


Birêzê hêja Figel,

Ma gelo ne trajêdiyeke mezin be dema zarokek nikaribe ji daya xwe re binivîsîne, “Dayê ez ji te hez dikim”?  Gelo ne trajêdî be dema li zarokekî bê qedexekirin ku li xwendegehê bi zimanê xwe bipeyive?  Di demekê de ku em bi serbilindî mafên hûtan diparêzin; di demekê de ku wêneyên merîxê di dest me de ne û di wê dema ku em tê de pesna sûda pirzimaniyê didin de, bi mîlyonan mirov ji mafê xwendin û nivîsandina bi zimanê xwe yê zikmakî hê jî bêpar dimînin.  Di rastiyê de zimanê wan hê îro jî qedexe ye.

Bêhtir ji 30 mîlyon mirov bi zimanê kurdî dipeyivin. Zimanê gelekî ye ku ji azadiyê hatiye bêparkirin, gelekî ku di nav çend dewletan de hatiye beşbeşkirin; û vî gelî roleke grîng di pêşvexistina şaristaniya Rojhilata Navîn de lîstiye.

Bikarhanîna zorê li Rojhilata Navîn gelek caran pêwendî bi nenasîna hebûn û mafên komên etnîk û olî re hebûye.  Nasîna hebûn û mafên wan koman dikare ne tenê rê li pirsgirêkan bigire, lê dikare her wiha berdewamiya dewleteke li gor bendên destûrî di rê de mîsoger bike.
 
Em, nivîskarên ji herêmên cuda yên Kurdistanê, ji hikumetên Ewropayê hêvî dikin ku hemî rêyên dîplomatî û qanûnî bi kar bînin ji bo daxwaza rêzgirtina ji mafên kesan û koman re, bi taybetî der barê gelê kurd de, ji hikumetên Tirkiyeyê, Îranê, Iraqê û Sûriyeyê; û daxwaza ji wan ku van mafan di nav destûrên wan dewletan de bihên bicihkirin.  Em di heman demê de vê yekê ji Tirkiyeyê, Îranê û Sûriyeyê dipên ku wekî Iraqê zimanê kurdî bi şêweyeke destûrî bipejirînin da ku bi encamê ev ziman bikaribe bi serbestî ji bo perwerdehiyê, medyayê û weşandinê  bê bikaranîn.
 
Ewropa dikare her wiha der barê nasnameyê, pêşvexistina çandê û parastina mîrasa çandî ya kurdan de alîgir be.  Ya rast, Yekîtiya Ewropayê dikare di gelek waran de bi ziman û wêjeya kurdî re alîgir be, wekî:
- Pêwendîgirêdana bi hikûmetên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyeyê re û daxwazeke bi îsrar ji wan ku nûnerine Yekîtiya Ewropayî li herêmên kurdî der barê pirsên xwe bi zimanê kurdî ve girê didin de lê binihêrin.
- Alîkirina ji bo birêxistina bernameyên pêdagocî bo têgîhandina mamosteyên zimanê kurdî li Ewropayê û Rojhilata Navîn; her wiha ji bo amadekirina pirtûk û pêdiviyên nûjen ji bo fêrkirina vî zimanî.
- Lîstina rolekê di damezirandina dezgeheke televizyonî ya satelîtî de taybet ji bo ziman û wêjeya kurdî.
- Şopandineke siqesiq der barê siyaset û kiryarên xwe bi zimanê kurdî ve pêwendîgir dikin li Tirkiyeyê, Îranê, Îraqê û Sûriyeyê û birêxistina reaksiyoneke zûdem ger van dewletan bi şêweyeke durist li sozên xwe xwedî dernekevin.
- Piştgiriya derfetên fêrkirina zimanê kurdî li her derê ku civatên kurdî lê hene.
- Piştgiriya projeyên wergerandina berheman ji bo zimanê kurdî.
- Piştgiriya projeyên hunerî bi amanca ku hunermendên kurd bihên serilêdana welatên ewropayî û yên ewropayî biçin Kurdistanê.

Serbestkirina zimanê kurdî dê ne tenê ji bo wejeya kurdî sûdmend be, lê dikare her wiha roleke mezin li Rojhilata Navîn di proseya aştiyê û demokrasiyê de bilîze.

Brûksel, 18/04/2008

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 25 10 2026

Careke din taybetiyên lêkerên  ‘Bûn’ û ‘Kirin'ê

news
  • 22 10 2026

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news
  • 17 10 2026

Yekem Haxama jin di nava desthilata olî ya cîhanê de: Asênat Barzanî

news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

‘Çîrokên Şêwra Ermenan’ bi kurdî derket

ad

Kurdan rêveberiya Kobaniyê bi dest xistin

ad

Ji Dilopê 'Erdhej, siyaset, hilbijartin'

ad

'Mîrname'ya Jan Dost bi erebî derket

ad

Prof. Dr. Zara Yûsûpova mir

ad

Panzêrê Avusturya şand malê: 1-0

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname