• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Berhem

‘Çîrokên Þêwra Ermenan’ bi kurdî derket

Dîrok : 10 05 2022 | Beþ :

Berhem

Diyarname 

Pirtûka çîrokên nivîskarên ermen “Çîrokên Þêwra Ermenan” bi wergera rojnameger Ferîd Demîrel bi kurdî derket. Pirtûka ku Weþanên Cervantes çap kiriye, ji 12 çîrokan pêk tê.

Cervantes beþeke Weþanxaneya Lîs e ku pirtûkên ji welatên cuda têde werdigerîne kurdî û belav dike. Niha jî pirtûka nivîskarên ermen gihand ber destên xwendevanên kurdî. Rojnameger Ferîd Demîrel ev pirtûka ku berê bi kurdî bi tîpên kirîlî çap bûbû kir latînî û pêþkêþ kir.

SERDEMA SOVYETÊ Û KURDÎ

Di dema Yekîtiya Sovyetê de ji bo li nava gelan fikra Sosyalîzmê belav bibe, kar û xebat hatine kirin. Di nav kurdan de jî ev yek hatiye kirin. Ji sala 1930’î û pê de ev xebat bi rêk û pêk bûne û di encamê de dibistanên kurdî jî hatine vekirin, dersa kurdî hatine dayîn,  bi kurdî pirtûk hatine çapkirin. Pirtûka “Nivîskarê Þêwra Ermenan” yek ji van pirtûkan e û tê de behsa rewþa wê demê ya kurdan û bandora fikra Sosyalîzmê hatiye kirin. Her wiha ji ber ku têkiliya civaka kurdan û ermenan nîþan dide, çavkaniyeke girîng e. Di heman demê de wekî yek ji pirtûkên pêþîn ê bo kurdî hatiye amadekirin jî tê hesibandin. Niha jî bi li Bakur, bi kurdiya kurmancî li ber destê xwendevanan e.

KEDA HECIYÊ CINDÎ Û YÊN DIN

Çîroka pirtûkê diçe heta sala 1936’an. Cara pêþî þêwra Hikumeta Ermenistanê li Rewanê çap dike. Di 1936’an de pirtûk bi kirîlî û bi navê  “Nivîskarê Þêwra Ermenan” xwe digihîne ber destê xwendevanan. Di pirtûka orîjînal de çîrok û helbest hene. Dûre Heciyê Cindî pirtûk amade kiriye û wî tevlî Emînê Evdal, Casimê Celîl û Cerdoyê Gêncoyî ev çîrok û helbest ji ermenkî wergerandine kurdî û bi kurdiya kîrîlî çap kirine.

Niha rojnameger Ferid Demirelî ji vê pirtûkê 12 çîrok hilbijartine û ew ji kurdiya kirîlî wergerandine kurdiya latînî. 

NIVÎSKARÊN ERMEN

Di pirtûkê de çîrokên nivîskarên ermen ên bi navê Þîrvanzade, Aksel Bakunts, Derenik Demirçiyan, Stefan Zoryan, Vahan Totovents, Migirdiç Arman, Arazî, Zapel Yaseyan, Mikayen Manvelyan, Sîras, Hraçya Koçar û Garegin Besî hene. 

TÊKILIYA NIVÎSKARÊN HER DU GELAN

Di pêþeka pirtûkê de gotina, “Wateyeke mezin a gotina ‘Êrîvan xeber dide guhdarên ezîz’ heye li bal kurdan. Dengê kurdiya qedexekirî, kurdiya ku nikaribû li qada fermî bêbihîstin bû, ev gotin. Di dema Yekîtiya Sovyetê de dengê ji Radyoya Rewanê belav dibû, çavkaniyek e ji bo wêjeya kurdî” hatiye bikar anîn û ev yek lê hatiye zêdekirin, “Beriya dengê Rewanê yê bi kurdî bigihê nava kurdên li welêt, li nava sînorê Yekîtîya Sovyetê gelek kar û barên din hatibûn kirin. Bi dehan pirtûk di wê demê de bi alfabeya kirîlî, paþê jî bi alfabeya Þamîlov-Marogûlovî hatine nivîsandin. Di wê demê de gelek nivîskarên ermen ked dane ji bo nav xebatên navborî pêk bên. Ji ber vê têkilîya di navbera nivîskarên her du gelan de, nivîskarên kurd çîrok û helbestên bi ermenkî wergerandine kurdiya kurmancî. Çîrokên Þêwra Ermenan beþek ji wan çîrokan e.”

Di vê pirtûkê de pêþî bi saya karê wergerê yê Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Cerdoyê Gêncoyî û niha jî bi saya wergera Ferîd Demîrel xwendevanên kurdî dê bikaribin çîrokên nêzî 90 sal berê, bi gotineke din çîrokên nêzî sed salek berê bixwînin.

FERÎD DEMÎREL KÎ YE?

Rojnameger û werger Ferîd Demîrel piþtî xwendinên xwe yên seretayî li Zanîngeha Marmarayê ya Stenbolê Beþa Rojnamegerî xwendiye. Di dema zanîngehê de hatiye girtin û 16 mehan girtî maye. Piþtî berdanê dîsa li heman zanîngehê master kiriye. Ew heta niha di saziyên wekî Birgün, Dîcle Haber Ajansi (DÎHA), Dem Tv, Rûdaw Tv û Sputnik Kurdistanê de wekî nûçegîhan, edîtor, gerînendeyê nûçeyan û þef edîtor kar kiriye. 

Dema li ew Dem TV’yê midûrê nûçeyan bû, hatiye girtin û 4 sal û 8 mehan di girtîgehê de maye. 

Demîrelî heta niha ji bo gelek pirtûkan edîtorî û redaktorî kiriye. Yek ji nivîskarên “E-Kitêba Rojnamegeriya Kurdî a Dijîtal”, “Ferhengoka Kurdî-Tirkî ya Nûçegihaniya Zayenda Civakî” ye. Nivîseke wî ya lêkolînê di pirtûka “Haber Analizi ve Arþiv Ýncelemeleriyle Turkiye’de 9 Gazete” de hatiye weþandin. 

Heta niha di gelek kovaran de nivîsên wî hatine weþandin. Ferîd Demîrel karê xwe yê rojnamegeriyê niha di Bianet Kurdî de didomîne.

Heta niha ev pirtûkên wî derketine:

- “Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Zarokparêz” (Online çap bûye)

- “Pirtûka Destan a Nûçegihaniya Pêvajoya Dadkirinê” (Online çap bûye)

- “Çîrokên Þêwra Ermenan / Weþanxaneya Cervantesê

- “Guldesteyek ji Baxê Rewanê” / Weþanxaneya Sor

Hûn dikarin li van jî binêrin

Ji nû ve ‘Evdalê Zeynikê’

Ji nû ve ‘Evdalê Zeynikê’

07 05 2022

Þahidên dîrokê di ‘Esmanê Sor’ de diaxivin

Þahidên dîrokê di ‘Esmanê Sor’ de...

04 05 2022

Kurd di wergerê de jî li hev nakin

Kurd di wergerê de jî li hev nakin

03 05 2022

‘Rik’ li pêþberî çîrokhezan e

‘Rik’ li pêþberî çîrokhezan e

27 04 2022

Ev jî hene

Ji Enstîtuya Kelepora Kurdî 5 pirtûkên din

Ji Enstîtuya Kelepora Kurdî 5 pirtûkên din

22 06 2009

Pirtûkeke nû ya çîrokan 'Mêþo' derket

Pirtûkeke nû ya çîrokan 'Mêþo' derket

19 04 2021

'Ji Gotinên Berê' derket

'Ji Gotinên Berê' derket

18 06 2016

5 Pirtûkên ku Bill Gatesî ji bo xwendinê pêþniyar kirine

5 Pirtûkên ku Bill Gatesî ji bo xwendinê pêþniyar kirine

25 06 2021

'Birîn'a Ahmedê Hepo derket

'Birîn'a Ahmedê Hepo derket

25 06 2014

Nivîsên Nû

Dilþêr Bêwar

Peþkên Þevê : 2

Dilþêr Bêwar

Omer Dilsoz

Play off û Amedspor of of!

Omer Dilsoz

Omer Dilsoz

Baskên ‘edebiyatê’

Omer Dilsoz

Cemîl Andok

Erebe

Cemîl Andok

Dilþêr Bêwar

PEÞKÊN ÞEVÊ

Dilþêr Bêwar

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname