Diyarname
Kovara du mehane Dilop bi hejmara xwe ya 10'an li pêşberî xwendevanên xwe ye. Kovarê dosyayek fireh li ser Celîlê Celîl amade kiriye.
Kovara Dilopê ku bi kurdî û tirkî weşana xwe didomîne hejmara xwe ya rezber-kewçêrê denxist. Kovara ku di her hejmarê de dosyayek amade kiriye di vê hejmarê de ligel berhevkarê kurd, lêkolîner Celîlê Celîl hevpeyvînek kiriye û ew wekî dosya pêşkêş kiriye. Di hevpeyvînê de 14 nivîskarên kurd ên wekî Îlhamî Sîdar, Samî Tan, Receb Dildar, Şeyhmus Diken, Omer Dilsoz, Mem Bawer, Îrfan Amîda, Zulkuf Ergun, Îsmaîl Dîndar, Fewzî Bîlge, Zeyneb Yaş, Gulîzer, Sîdar Ozmen, Ulku Bîngol pirs ji Celîl kirine û wî jî bersiv daye. Bi vî awayî hevpeyvînek rengîn, piralî derketiye holê.
Ji bilî hevpeyvînê Îlhamî Sîdar bi navê "Dîrokek dijî, darek çandê Celîlê Celîl" nivîsek li ser wî nivîsandiye.
Ji hevpeyvînên vê dosyayê Kejê Bêmal ligel Ali Fikrî Işik li ser pirtûka wî ya li ser Amed Sporê hevpeyvînek bi tirkî kiriye. Reşo Ronahî jî Hesê Karazî û Fehmiyê Bîlal ligel du nivîskarên kurd Receb Dildar û Amed Tîgrîs du hevpeyvînên cuda kiriye.
Miradê Miradan bi navê "Li ser sînemaya kurdan" beşa yekem a nivîsa xwe nivîsandiye. Di vê beşê de ji nav dîroka sînemaya kurda heta salên 90'î hin mînak dane.
Ji nivîsên kurdî, Evîn Şikakî li ser Rewşen Bedirxan nivîsa xwe pêşkêş kiriye. Wê Bedirxan wekî "Yekemîn jina kurd a ku bi kirdiya latînî nivîsiye" daye nasandin.
Di dawiya kovarê de Enver Ozkahraman jî fotoyek pêşkêş kiriye û li ser wê nivîsiye.
Her wiha kesên wekî Necmiye Alpay, Eyşana Beravî, Sezai Sarioglu, Huseyîn Çaglayan, Gokçer Tahincioglu, Arzu Yilmaz, Tahir Şilkan, Firat Cewerî, Elif Sezer, Mehmet Oncu bi nivîsên xwe,
Selîm Temo, Miradê Miradan, Salihê Kevirbirî, Muslum Aslan, Bextiyar Elî jî bi helbestên xwe di kovarê de cih girtine.
Ji bo têkilî:
dilopdergisi@gmail.com
0543 488 69 96
**
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***
Ji bo vexwendnameyan malpera ku hûn serî lê bidin: http://www.davetiyeonline.net/
Bi sedan cureyên vexwendnameyan li benda we ne.
Bi her zimanî em dikarin ji bo we vexwendnameyan amade bikin.
Navnîşan:
Yıldıztabya Alibeyköy Cad.No: 156, Alibeyköy Eyüp-İstanbul
Telefon: 0212 -6266455
WhatsApp: 0533 474 2551
info@davetiyeonline.net


