Diyarname
Hevşaredarên Batmanê Mehmet Demir û Songul Korkmaz bi daxuyaniyeke eşkere kirin ku wan Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney taloq kirine.
8'emîn Festîvala Fîlman a Yilmaz Guney îsal dê di navbera 25-29'ê adarê li dar biketa. Ji bo vê fîlm û belgefîlmên ku dê bihata nîşandayîn jî hatibûn diyarkirin û her tişt amade bû. Lê vîrusa koronayê piştî gelek welatên din vê carê berê xwe da Tirkiyeyê. Şaredariya Batmanê ku festîval li dar dixist ji ber vê vîrusa koronayê festîval ji bo demek din taloq kirin.