Dizgûn Denîz
Tu têgehekek ku ez lê digeriyam ji hemû çiyayên welatê min pêk hatibû yî
Hesretek birîndar li pêy te xewnên min diêşin
Nasên mirov gava ji jiyana me xwe vedikişînin bi awayekî hebûna me jî dikeve şikê. Yan jî rihê wê/wî kesayetî çendî flû dibe yan jî sêwî dimîne.
Eynî wekî mirinek rast e. Gava mirin li ser bedenê pêk tê jîn, ji bedenê koç dike; yan jî ku jîn (rih) di vê bedenê de nayê afirandin beden ji rih bêpar e û sêwî ye. Jîn yan jî rih jî ji bedenê bêpar e û sêwî ye.
Di encamê de çendî her du jî nikanin di vê formên jiyanê de hebûna xwe bi vî awayî bidomînin.
Xelîl Uysal (Halil Uysal, Halil Dag)
–Hezar mixabin- Xelîl Uysal, şahidê dîrokê yê têkoşîna 30 salên li bakurê welêt çavên xwe dan hev. Û ew, ji bo demên jiyana me lewhe bû.
Ku şahid tunebin dem û kat jî li ser derya demê ya hebûnê dibin wekî keştiyên ku zincîr qetandine û ketine ber însafa pêlên wê deryayê. Hin bi tevahî winda dibin ji bilî yên ku hatine nivîsandin an jî qeyd kirin.
Xelîl di şerekî dijwar de jiyana xwe ji dest da.
Bêguman hemû canfedayên têkoşîna vî gelî wekî hev in ligel dilê min. Lê taybetiya Xelîl, xwe tenê bi forma şervantiyê de nehiştibû. Ew hem gerîlla, hem rojnameger û hem jî hunermendê wê jiyanê bû.
Min û Hevalê Xelîl, qet hev nasnekir. Lê ew wekî kesekî ji jiyana min a rojane, kesekî ji malê ... Li ser dimenên ku ji çiyayên Kurdistanê dihatin dengê nefesa wî hebû.
Li ser kasetên şandî de şopa çavên wî û xwêdana pêçiyên wî.....
Yan jî ew bi gotineke di cih de, zindîkirê wan wêneyan bû. Min her tim di dilê xwe de ew wekî hevalekî li kêleka xwe dihesiband....
Xelîl, ji hemû gotinên hestiyar wê de ye û divê wateya nebûn yan jî hebûna Xelîlê pakrewan bê nirxandin.
Xelîl Uysal – Ku wî tam jî li dijî vê wateyê jiyanek hilbijart- lawekî neteweyekî paşdemayî û bindest bû. Loma Xelîl Uysal îro nejketiye rojeva ‘hunerhez’an.
Lê eger mirov xwedî wijdan be divê mirov rastiyê bîne ziman: Xelîl, rejîsorekî jîr û jêhatî bû. Rojnamegerekî zîrek bû.
Werin em qiyas bikin
Xelîl Uysal tu perwerdehî li ser rojnamegerî û sînemayê wernegirtibû û 13 salan li çiyayên Kurdistanê têkoşîna azadiya gelê kurd qeyd kir. Û wî, ew dem û qehremanên wan mekanan kirine malê dîrokê.
Roj hat wî dilê gel rakir bi parvekirina xwe yên xemgîn, roj jî hat ku wî ala serkeftin û bawerî ji pênûsa xwe re kiribû mizgînî, dîsa dilê gel rakiribû ser piyan.
Xelîl bi van kiryarên xwe ne tenê ji dîroka kurd re xizmet kiriye. Ji dîroka rast a tirkan re jî; û her wiha ya cihanê re jî kiriye.
Dibe ku ev hevok li xweşa hin kesan neçe, lê zêde ne girîng e. Lewre ev rastiyek e. Ma dîroka cihanê kî dinivîse? Qey saziyek heye ku wê wekî pîşe pêk bîne?
Na!
Her kes li gorî xwe dinivîse lê kîjan ji wan bi çendinan re wekî hev e ew rast e. Û bi vî awayî dibe beşek ji dîroka cîhanê.
Dîroka mirovahî wekî PUZZLE ye û her parçeyek tê gel hev û resim encax temam dibe. Lê bi vê hatina gel hev tenê dirêjî û beriya dîrokê xuya dibe. Lê ew dîsa jî ji kûrahiyê dûr e.
Bi vî awayî jî dîrok rûsar/awir sar e. Kengê dîrokanivîsên muxalîf jî tên û tevlî vê puzzlê dibin; û resim ji erdê radike, yan jî bi gotineke din ku ew puzzle destek dike wê çaxê dîrok, dibe dîrokek têr û berz.
Loma Xelîl Uysal, qeydkarê dîroka cihanê ye jî. Di vê puzzlea biçûk de rengê wî jî li ser vê resmê cihanî bandor kiriye. Wî rengê me xistiye ser wir.
Xelîl bê vê jî tenê nayê nasîn. Wî têkoşîna azadî kiriye malê çanda kurdî jî. Ji xwe şoreş û serhildan gava ku nakevin nava baregeyên çandê têk diçin. Xelîl yek ji wan fedayiyên vê dozê bû ku bi berhemên xwe rê li mirina vê şoreşê girtiye.
Fîlmên ‘Bêrîtan’, ‘Eynika Bejnê’, nivîsên li ser pelên rojnameyan, fotografên bêhempa, giş ji destên Xelîl û keda wî ya bi qehremanî derketine. Sedemekî mezin ya xemgîniya min e ku ew çendî hatibû asta hostatiyê.
Di ‘Eyna Bejnê’ de kişandina sehneya nêrîna xwe ya gerîllayan û Sakîneya biçûk li ber Hêli(eynik)ya Bejnê de xwe da îsbat kirin.
Xelîl îro ji ber vê erdhejê (şahadeta wî) zêde neyê fam kirin jî dîsîplîn (ecolle) e. Tekoşîna azadî divê şopa Xelîl Uysal biparêze û zêdetir xurt bike.
Wî xwe bi vê têkoşînê kemîland û kir ku berhemên wî jî têbikoşin. Gelê kurd bi berhemên Xelîl zêdetir têgêhişt hêza hunerê çi ye di meşa azadiyê de.
Ciwanên kurd zêdetir bi hêvî bûn ku huner eniyeke din a azadiya gelê kurd e. Niha bi sedan ciwanên kurd bi avînê hunerê yê Xelîlê pakrewan perwerdeya xwe didomînin.
Xelîl lembeya rênasîna hunerhezên kurd e. Ew di demên tarî ya hunera dagirkerên Kurdistanê de alîkarê wan e.
Ew, bejneke cesaret ya rojnameger û hunera kurd, toveke ronak ciwaniya kurd û şehîdekî mezin ê gelê kurd e.
Li ser seran û ser dilan re çûyî hevalê ezîz.
Tu nemir î, şahidê hebûna me û şehîdê doza me yî.
Bejna min tewandiye li hember bîranîn û xeyalên te. Dê her wisa bimîne jî.
hister35@hotmail.com


