Zekî Ozmen
Koma muzîkê Kamkaran her sê bernameyên rêzekonserên xwe yên li Almanyayê li dar xistin û dil mest kirin. Di konserên roja înê heta roja yekşemê li bajarê Dusseldorf, Neu Isenburg û Munchenê muzîkhez bi muzîka klasîk û ya gelerî ya Kamkaranê şa bûn.
Endamên komê ku hemû ji malbata Kamkar in, konserên xwe di bin birêveberiya Bîjan Kamkar de bi rê ve birin. Di Rêzekonserên ku 12 muzîkjenên endamên Kamkaran tevlî bûn de, di beşa yekemîn de stranên bi farisî yên ku ji hêla Kamkaranê ve hatibûn komponîzekirin hatin strandin. Bi stranên ku helbestên helbestvanên navdar yên mîna Xeyam û Nîma Yoşij jî hatibûn komponîzekirin, beşdarvan diçûn cîhaneke din.
Beşa duyemîn ya konseran ku muzîka kurdî bû, bi taybetî stranên folklorîk hatin strandin. Stranên gelerî yên mîna Hey Maro, Narînê, Kevokê, Amînê to Gulakamî û hwd. ku ji hêla Bîjan Kamkar ve hatin strandin, hem kurd û hem jî muzîkhezên ji neteweyên din kirin heyranê muzîka kurdî. Kamkarê ku di dema beşa muzîka farisî de cil û lîbasên spî yên mistîkî li xwe kiribûn, dema piştî bêhnvedanê bi cilên kurdî derketin ser dikê. Ev yek bû sedem ku hemû guhdarvan li çepikan bidin.
Di konsera Kamkaranê a li Neu Isenburgê de jî muzîkhezan li konsereke dê ji bîr nekin temaşe kirin. Di vekirina
konserê de organîzator Dr. Saeed Rezai Afshar behsa rola muzîka Kamkaranê di nava muzîka îranî û ya kurd de kir û di nava axaftina xwe de bi teybetî bi xêrhatina muzîkhezên kurd kir.
Ji hêla din barana çepikan di hola konserê de hebû. Guhdarên beşdar di dawiya stranan de bi deqîqeyan li çepikan dan û balkêş bû ku bi anosnkirina bêhnvedanê re hemû beşdaran bi deqîqeyan li ser lingan çepik dan û tezewirat kirin. Ji hêlan ve balkêş bû ku guhdaran bi giranî îranî bûn û bi dehan kurd û alman jî di nav de hebûn. Di dawiya konserê de jî ji ber guhdaran bi deqîqeyan li ser lingan çepik dan, Kamkaranê sê stranên din yên kurdî li bernameya xwe zêdekirin û pêşkêşî guhdaran kir.
Di vê navberê de organîzatorê konserên Kamkaran Dr. Afşar di dawiya bernameyê de pirsên me bersivandin û got ku Kamkar bi germahiyeke zêde mezin hatiye pêşwazîkirin û ev yek bûye sedem ku hemû endamên Kamkaranê muzîkeke hê xweştir diyarî guhdaran û hezkirên xwe bikin. Afşar her wiha got ku ew wekî organîzator kêfxweş in ku Kamkaran bi rêzekonserên xwe neteweyên cuda anîne cem hev û ev yek bûye sedem ku careke din îspat bibe ku muzîk zimanê hevpar ê hemû mirov û neteweyan e.


