Diyarname
MÛŞÊ MENEMEN ŞAND MAN
Ji tîmên din ên bajarên kurdan Mûş 1984 Sporê tîma Menemen Belediyesporê kir mêvan. Muş bi 1-0 bi ser ket û derbasî Dora 4'an bûn.
90 deqîqeyên maçê bi 0-0 bi dawî bû. Di deqîqeyên zêdek de li ser navê MĞûşê lîstikvan Oguzhan Okgun di deqîqeya 97'an de golek avêt û tîma xwe derxist dorek jortir.
Li aliyê din Yeşilyurt li hemberî Karacabey Belediye têk Çû.
**
AMEDSPOR TÊK ÇÛ
Amedspor îro mêvanê tîma Mersim^ğe Silifke Belediyesporê bû û bi 3-0 têk çû.
Silifke Belediyespor di Lîga 3'yemîn de dilîze. Amedspor du lîg pêşvetir di Lîga 1'emîn de dilîze. Ligel ew qas hevkêşeyê jî li hemberî Silifkeyê têk çû û xatir xwest. GoLên Silifike sporê deqe 28'an de Okan Toprak, deqe 37'an de Ugur Ozder û deqe 88'an de Tayyip Kanarya avêt. Silifke Belediye Spor derket Dora 4'an.
**
KAHTA'YÊ TÎMA LÎGA SUPER TÊK BIR
Di Kûpaya Tirkiyeyê de îro Kahtayê li mala xwe Kasimpaşaspor kir mêvan û bi 2-0 bi ser ket.
Kahta 02 spor di BAL'ê (Lîga Herêmî ya Amator) de dilîze. Heta niha bi serketî hat. Û îro tîma Super Lîgê ya Tirkiyeyê Kasimpaşaspor kir mêvan. Di vê Dora 3'yan a kûpayê de Kahtayê 2 gol avêtin Kasimpaşayê û ew şand mal. Bi vê serketinê Kahta 02 Spor derket Dora 4'an.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Vanspor bi penaltiyan bi ser ket
- Dora 3'yan: Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Dêrsim, Mûş û Bîngolspor bi ser ketin
- Agri Sporê Batman Petrolspor şand mal
- Reqîbên tîmên bajarên kurdan diyar bûn
- Mûş, Dêrsim, Yeşîlyurt, Şanliurfa, Kahta û Kahramanmaraş bi ser ketin
- Bingol Spor û Karakopru Spor bi ser ketin
- 19 tîmên bajarên kurdan dilîzin