logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Rênas Jiyan: Serdest derbê li me dixwe, em jî wekî feodal derbê li hev dixin

Rênas Jiyan xwediyê pirtûka helbestan "Janya"yê. Rênas Jiyan yek ji kesên hê di vê ciwaniya xwe de pirtûka wî ketiye nav

  • Dîrok: 14/05/2016
  • Beş: Nûçeyên Çandî

Cemil Oguz

Rênas Jiyan xwediyê pirtûka helbestan "Janya"yê. Rênas Jiyan yek ji kesên hê di vê ciwaniya xwe de pirtûka wî ketiye nava klasîkên kurdî. Ev Rênas Jiyan piştî bi salên gelek dirêj li Stenbolê careke din derket pêşberî hezkiriyên xwe; da û girt, axivî û xwend...

Ew Rênas Jiyanê ku "Janya"ya wî li Stenbolê çap bûbû, ji ser Stenbolê re û dûre li bajarên kurdan ji wê Janyayê hatibû hezkirin meraq ew bû piştî gelek salên dirêj li Stenbola ku cihek girîng bû ji bo wî jî ji bo gelekên din jî dê çi biaxiviya, çi bigota û dê kî lê temaşe bikira... Erê, di çarçoveya 2'yemîn Mîhrîcana Çanda Kurdî de Rênas Jiyan li Salona Cezayîr derket pêşberî hezkiriyên xwe. Salon mişt tije bû. Û ya balkêş temenê kesên li salonê belkî sedî 80 di bin 30'î re bû. Bi gotineke din çawa ku ciwanên bi deh salan berê ew Janyaya wî kiribû klasîk, ciwanên nû jî dabûn dû Janyaya wî.

Rênas Jiyan ji 'Çirûskîzm' heta nêrîna xwe ya li nivîsandin, hunerê dîtinên xwe anîn ziman û dûre pirs, dûre jî îmzekirina pirtûkan. Ji bo vê xalê jî divê em bibêjin ji her pirtûkek wî çend pirtûk anîbûn hemû hatibûn firotin. Min meraq kir ji çapa nû ya Janyayê çend anîbûn ku qediyabûn; kesê li ber standê got, 'Mixabin tenê 30 heb me anîbûn'. Ligel çapa nû ya Janyayê hemû pirtûkên wî yên din (Mexzena Xwînê, Di tuwaletê de, Ji şevê re, Çirûskîzm, Diêşiya, Wêjeya kurmancî, Spîtama) çend jê hatibin hemû hatin firotin. 

Piştî axaftinê û pirsên temaşevanan Rênas Jiyan helbestên xwe xwendin û fînal jî bi xwendina helbesta "Janya" kir.

Vane ji axaftinên Rênas Jiyan çend not:

- Wêje çol e. Huner, muzîk dikare ligel gel be, here cem gel, lê nivîskarî çol e, ew bi tenê ye.

- Dibêjin di sala nizanim çi de hatiye dinê. Bi vî awayî ew kes, ew nivîskar nayê naskirin. Li wî bajarî çi qewimî, serdema wî çi bû, sosyolojiya wî bajarî çi bû, divê wisa lê bê nêrîn. Mînak sosyolojiya 2016'an a Amedê çi bû, zarokek bê dinê dê çawa jêre bê gotin... Mînak qedexe, bindestiya gelek, ev neyê dîtin û neyê fêmkirin neheqî li wî nivîskarî jî dibe. 

- Ji dewletê, ji îmkanan wêdetir di nivîskar de kirdebûn muhîm e. Ji dewletê ez qala îmkanan dikim.

'Em bi xwe ji xwe re pirsgirêkan derdixin'

- Civaka me civakek bi pirsgirêk e. Hem em bi xwe ji xwe re, li ber hev pirsgirêkan derdixin, hem dewlet li ber me pirsgirêkan derdixe. Ji ber bindestî û ji ber feodalîzmê em şikestinê dixwin. Ez ji feodalîzmê hez nakim ji ber ku feodalîzm nahêle afirandin çêbibe. Yek bibêje ezê bibim hunermend, nivîskar pêşî lê digire. Pêşî li şanoyê digire, naxwaze kes şano bike. Ji ber feodalîzm tenê bi çend pîşeyên kar dizane û hew. Serdest derbê li me dixwe, em jî wekî feodal derbê li hev dixin.


'Em feodalî di xwe de kêm bikin

- Civakên feodal ji xwendinê hez nakin. Ew civak pirtûkan naxwînin. Mînak li vir be pirtûkek pîroz tenê dixwînin, li rojava încîl dixwînin, lê ji van kes ji wê pirtûkê fêm nake. Fikra min ew e em feodalî di xwe de hinek zeyîf bikin. Ji ber ku feodalîzm li ber xwendina me digire, rê li ber pêşketina me digire.


'Çirûskîzm xwe ji ser bîrê ava dike'

- Ferqa surrealîzm û çirûskîmê ev e, surrealîzm serê xwe bi hunera xwe re naêşîne. çi ketibe binhiş wê ji wir derdixe û pêşkêş dike. Otomatîk di surrealîzmê de heye. Ev ji binhiş tê. Lê çîrûskîzm xwe li ser bîrê ava dike, ne li ser binhiş. Bîr gelek muhîm e ji bo me. Ez bixwe ji heft saliya xwe têr dibim, ji wê bîrê ku hay ji xwe heye, ji bîranînên xwe têr dibim.

- Çirûskîm azadî ye, ji xwe re azadiyê esas digire. Çirûskîzm ronahî ye, ew mirovê çirûskîzm bi dest xistibe tuyê êdî çi bidî wî? Wî ji xwe ronahî bi dest xistiye.

- Di vê em ji hinan re bibêjin kurd ne bêkok in, çanda we çi dibe bila bibe dev ji pozbilindiyê berdin, hûn ji ku hatibin hatibin ji bo me ne xem e.


'Kes nexwîne çi ye? Ez binivîsim bila însan bixwînin'

- Huner ji bo civakê, lê hunerek çawa? Tuyê hunerek baş biafirînî wê çaxê dê hunera te ji bo civakê be, wê ew huner ji bo te be jî. Hinek dibêjin 'ez binivîsim bila kes nexwîne, neyê xwendin'. Na, ez binivîsim bila bê xwendin. Ez bi binivîsim û kurd nemînin ezê wê nivîsê pê çi bikim? Ev civak civakek bindest e, kurd nemînin wê nivîskariya me bi kêrî çi bê?


'Ez diwazim bi kêrî azadiyê bê ez dinivîsim'

- Min got ji bo zimanê min û min dest bi nivîsê kir. Di nivîsandinê de ez azad im. Ji ber ku azadiyê dide min û ez diwazim bi kêrî azadiyê bê ez dinivîsim. Di civatên rojhilat de azadî hinek polîtîk dixuye, na, azadî têgehek hunerî ye.


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçeyên Çandî - Nivîsên Dawî
news
  • 26 10 2026

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

news
  • 23 10 2026

Ji sînemaya Tirkiyeyê fîlmên klasîk bi awayê restorekirî têne nîşandayîn

news
  • 21 10 2026

Festîvala Şanoyê deriyên xwe vedike

news
  • 21 10 2026

Fûara Pirtûkan a Hewlêrê vebû

news
  • 20 10 2026

Fîlmên Pêşbaziya Neteweyî ya Bogazîçî eşkere bûn

news
  • 18 10 2026

Fîlmên 'Pêşbaziya Neteweyî' yên Festîvala Enqereyê diyar bûn (Ene xebere bi zazakî û kurmancî ya)

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Di êvarekê de 2 konserên girîng: Aynur Dogan, Delîl Dîlanar

ad

Helîm Yûsiv li Hagenê bû mêvanê 'Şevên Xwendinê'

ad

Ji bo PYD'ê hevserokên nû hatin hilbijartin

ad

Du pêşbazî li benda berheman in

ad

Em mêweyan ji vir dikirin

ad

Ê wan mêşeke wan jî hêja ye

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname