Amed
Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli piştî pênc rojên binçavkirinê hatin girtin. Bi ser girtina wan re rojek derbas nebû hikumeta dewleta Tirkiyeyê Qeymeqamê Etîmesguta Enqereyê Cumali Atilla wekî kayyum tayinê Şaredariya Amedê kir.
Duh ANF'ê nûçe weşandibû ku hikumeta AKP'ê berî hevşaredaran bigire bin çavan xwestiye kesek wekî kayyum diyar bike û ji bo vê yekê pêşniyar ji bo Ahmet Bilgin (ê ku di navbera 1994-1999'an de Şaredarê Amedê bû) biriye, lê Bilgin qebûl nekiriye.
Û îro hikumetê kayyum şand Amedê. Di serî de mebûsên HDP'ê gelek kesî bertek nîşanî vê kirinê dan. Vane hin ji wan:
- Berdevkê HDP'ê Ayhan Bilgen wisa nivîsî: "Bila Helebê helebî, Misûlê misûlî birêve bibin lê Amedê bila qeymeqamê Etîmesgutê bi rê ve bibe!
- Mebûsê CHP'ê Sezgin Tanrilukulu: AKP her roj qirêjiyek li sicîlê xwe dike. Îro jî Qeymeqamê Etîmesgutê ji bo Amedê wekî kayyum peywirdar kir.
- Hevseroka DBP'ê: Derbeya AKP'ê didome. Dijderketina li hemberî vê derbeya ku dijî vîna gel çêbûye tê maweya xwedîlêderketina rûmeta mirovahiyê.
Saet 11'an de li ber şaredarî ne
Di vê navberê de DBP'ê ragihand ku sibê (2'yê mehê) saet 11'an de li ber şaredariyê dê bêne cem hev.