Diyarname
Li temamê dinyayê çalakiya "100 Thousand Poets For Change (100 hezar helbestvan guherînê dixwazin)" roja 24'ê mehêli dar dikeve. Li Bakur, li Mêrdînê* helbestvanên kurd çalakiyeke li dar dixin, niha ji Almanyayê komek helbestvanên kurd daxuyaniyeke nivîskî weÅŸandin ku dê ew jî roja 25'ê mehê çalakiya helbestxwendinê li dar bixin.
Daxuyaniya ku hatiye weÅŸandin wisa ye: "Komela Nûbihar li bajarê Essen rojeke taybetî ji bo helbestê li dardixe. Ji bo beÅŸdarbûna helbestvanên kurd di tevgera helbesta cîhanî de, ku di vê rojê de 107 welat besdar dibin, û li 540 bajarî li tevayî cîhanê helbest tên xwendin. Helbestvanên kurd yên beÅŸdar dibin Nezîr Palo, Hussein Habasch, Hêmin Kurdaxî, Merwan Elî, Jan Dost, Merwan Osman"
Daxuyanî diyar dike ku roja 25'ê mehê saet navbera 14.00 - 18.00'an de dê çalakî li dar bikeve.
Ji bo kesên eleqedar:
NavnîÅŸan:Awo Haus
Unterdorf strasse 19a [im hof], 45143 Essen
Têkilî:01797313549 Ahmed Immo
***
Nûçeya eleqedar: