Diyarname
1'emîn Festîvala Fîlmên Kurdî ya Parîsê êvara 3'yê mehê bi merasimek dest pê dike.
Festîval ji aliyê Enstîtuya Kurdî ya Parîsê û Komeleya Sînemaya Franco-kurde CineBej ve û bi alîkariyên Wezareta Çanda Fransayê, Şarederiya Parîsa û Navenda Wallonie-Bruxelles ve tê organîze kirin. Festîval di navbera 3-6'ê vê mehê de li Wallonie-Bruxellesê li dar dikeve. Di 3 rojan de 19 fîlmên kurdî wekî fîlmên metrajdirêj, kurtefîlm û belgefîlm dê bêne nîşandayîn.
Êvara 3'yê mehê saet 19'an de li Centre Wallonie Bruxelles (127-129 Rue Saint-Martin, 75004 Paris) dê merasimek li dar bikeve. Di şevê de dê belgefîlmê Huyesîn Tabak "The Legend of The Ugly King" ku li ser Yilmaz Guney kişandiye wekî fîlmê destpêkirina festîvalê bê nîşandayîn.
"Gulistan" (Derhêner Zeynê Akyol), "Bîranîna Keviran" (derhêner Şewket Emîn Korkî), "Reşeba" (Derhêner Husên Hesen), "Hewno Bêreng" (Derhêner Mehmet Alî Konar), "Hêvî" (Derhêner Mihemed Şêxow), "Daqurtin" (Derhêner Mano Xelîl), "Pantor" (Derhêner Tahsin Ozmen), "Rojbûna Malbatê" (Savaş Boyraz), "Zagros" (Sahîm Omer Kalîfa) hin fîlmên ku dê di çarçoveya festîvalê de bêne nîşandapyîn.
Ji bo agahiyên zêdetir: www.ffkp.fr
**
REKLAM


